Di Kongreya Amedsporê hat diyarkirin ku Amedsporê dê xizmeta aştî û xwişk-biratiyê bike. Di kongreyê de Nahît Eren dîsa wek serokê Amedsporê hat hilbijartin.
Amedspor li Ewyana Civînê ya Çand Amedê kongreya giştî ya asayî li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak, Dogan Hatûn, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Serhat Eren, Halîde Turkoglu, rêveber û endamên saziyên demokratîk, sivîl û gelek alîgirên Amedsporê tevlî kongreyê bûn. Kongre piştî hilbijartina dîwanê, deqeyek bi rêzgirtinê destpê kir.
Dûre li ser navê diwanê Metîn Kilavûz xêr hatina hemû beşdaran kir û got: “Me di dîwana berê de soza derketina Super Lîgê dabû. Em di nav bextewariya girtina vê sozê de ne. Em her tim bi cidiyeta soza ku me dabû tevgeriyan. Ji ber ku me ev soz bi cih anî, em pir bi rûmet in. Çîroka Amedsporê di stadbûneke 2 hezar kesî de ji dest bi çîroka xwe kir. Niha di stadbûna 33 hezar kesî de bi cih nabe. Ji niha û pê de jî em ê di nav xebateke ku profesyoneliyê esas digire de bin. Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser kevin.”
Piştî axaftina bi rêya sinevîzyonê ve rapora faaliyetê hat pêşandin.
‘Dê xizmeta aştî û xwişk-biratiyê bike’
Serhat Eren diyar kir ku ji bo Amedsporê ev serdem bû serdemeke ku hest û kedê û wiha got: “Ew ked tu carî nayê jibîrkirin. Em ketin, lê dîsa jî me hêvî û baweriya xwe winda nekir û em li ser piyan bûn. Ev serkeftin, encama keda hevpar û xwedîlêderketinê ye. Amedspor tu carî nebû tîma tenê bajarekî. Bi salan bû tîma yên ku nehatin hesibandin, tîma karkeran, kedkaran û yên ku daxwaza jiyaneke bi rûmet dikin. Yên ku li vir nêrîn, çîrok û hêviyên xwe tê de dîtin. Baweriya min tam e ku rêveberiya nû dê di serdema nû de jî dê xizmetê ji bo aştî û xwişk-biratiyê bike.”
‘Tima gelê Kurd e’
Dogan Hatûn destnîşan kir ku Amedspor zor û zehmetiyên gelek giran de hat vê astê û wiha axivî: “Em hemû şahidê vê kedê ne. Niha şûn ve barê me giran e. Hemû pêkhateyên vî bajarî hatin li gel hev û ji bo dema pêş nîqaş kirin. Divê em hemû xwedî li keda xwe derkevin. Tenê xwedîderketin têrê nake divê em hevdu hembêz bikin ku ev tîm bêtir mezin bibe. Amedspor tîma gelê Kurd û Kurdistanê ye. Em ji bo keda gelê xwe û tîma xwe spas dikin.”
Nahît Eren bi lêv kir ku têkoşîna Amedsporê têkoşîneke bêhempa ye û wiha got: “Amedsporê pêvajoyeke dijwar derbas kir. Serkeftina Amedsporê encama piştevaniyê ye. Vî bajarî xwest ku ji bo Amedsporê tiştekî bike. Bi hev re hişekî hevpar avakir. Mafê gelê me yê ku ji aliyê maddî û manevî ve piştgirî daye Amedsporê heye ku di Super Lîgê de şampiyoniyê bixwaze. Em jî ji bo ku di Super Lîgê de bibin şampiyon diçin. Ev kulûb dê serkeftina xwe hîn bêtir bi pêş ve bibe.”
Piştî axaftinên ku hatin kirin, ji serokên berê yên Amedsporê û serokên alîgiran re plaket hatin dayîn.
Rêveberiya nû ya Amedsporê wiha ye:
“Nahît Eren, Seher Akçinar Bayar, Talîp Sumbul, Şengul Saruhanoglu, Mîthat Çîftçî, Bengî Berfîn Odabaşi Tunca, Nedîm Şîmşek, Ozlem Kulahçi Tanaman, Melîh Nazlican, Narîn Narînova, Taha Ulgen, Songul Bayram Alak, Nîmet Taş, Mulkiye Yekza Înanir, Onder Çîçek, Emel İzgî Demîr, Ahmet Olmez, Mehmet Reşît Akil, Omer Faruk Yildirim, Kamuran Azîzoglu, Serhat Demîr, Mahmut Arslan, Eser Sonmez, Nevzat Gunay, Hadî Yakişan, Mustafa Altin, Bişar Duran, Nurettîn Yildiz, Ender Vural, Amed Ulug, Azîz Aslan”




















