Di 28ê Sibata 2026an de, bi navê Operasyona Epic Fury, Îsraîl û DYA ya ku di bin serokatiya Trump de êrîşeke hevbeş a berfireh birin ser Îranê. Şer û êrîş hê jî didomin. Bi êrîş û şer re qeyrana heyî kûrtir bû lê mijara Kendava Hurmuzê jî li ser qeyrana heyî qeyraneke din zêde kir.
Di 13yê Hezîrana 2025an de, Îsraîlê bi operasyoneke mezin êrîşî saziyên nukleerî yên wek Natanz, Fordow, Isfahan, baregehên mûşekan û serokên leşkerî yên Îranê kir. Ev êrîş piştî salên dirêj li hemberî komên piştgiriya Îranê dikin ên wek Hizbulah, Hûsî, Hemas bû bersiveke rasterast.
Îranê jî bi mûşek û dronên balîstîk bersiv da êrîşa Îsraîlê , lê parastina hewayî ya Îsraîlê û bi alîkariya DYAyê piraniya van mûşek û dronan hatin rawestandin. Şer 12 rojan dewam kir û di encamê de bi rêya her du aliyan 24 Hezîranê agirbest hate îlankirin. Lê ziyanên mezin li bernameya nukleerî û mûşekî ya Îranê bûn. Ji aliyê Kurdan ve, ev êrîş weke derbeyek li ser zilmkarê herî mezin ê Kurdan (Komara Îslamî) tê dîtin.
Şerê 2026an: Qonaxa Destpêkê ya Mezin
Di 28ê Sibata 2026an de, bi navê Operasyona Epic Fury, Îsraîl û DYA ya ku di bin serokatiya Trump de êrîşeke hevbeş a berfireh birin ser Îranê. Di saetên destpêkê de bi sedan hedefên nukleerî û leşkerî yên Îranê hatine hedefgirtin. Gelek fermandar û rayedarên payebilind ên di nav de Ayetullah Elî Xameneyî jî hebû hatin kuştin. Ve yekê şer ber bi qonaxeke nû ve bir.
Îranê jî bi mûşekên ber bi Îsraîl, binkeyên Amerîkî û hevalbendên herêmî ve bersiv da. Hizbulah ji Lubnanê ve tevlî vî şerî bû û li tevahiya cîhanê metirsiya şerê berfirehtir bibe zêde bû. Di encama êrîşên beramberî hev de bi hezaran sivîl û leşker hatine kuştin, ziyanên aborî yên mezin çêbûn û qeyrana Kendava Hurmizê hêj kûrtir bû. Di nîvê Nîsanê de cardin agirbest hate îlankirin lê qeyrana Kendava Hurmuzê hêj didome.
Derfet û xetereya ji bo Kurdan
Ji perspektîfa Kurdî, ev şer ne tenê şerê Îsraîl-Amerîkayê ye, lê derbeyeke giran li ser Komara Îslamî ye ku ji 1979an vir ve yek ji mezintirîn zilmkarên Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê ye. Partiyên Kurdî yên wek PJAK (Partiyta Jiyana Azad a Kurdistan), PDKÎ (Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê), Komela û yên din, bi giştî piştgiriya xwe ji bo lawazbûna rejîmê anîn ziman lê hetanî niha bi hişyarî tevgeriyan.
Xeter: Kurd dîsa dibin qurbaniyên şer. Êrîşên Îranê yên li ser herêmên Kurdistanê, metirsiya koçberiyê, zêdebûna darvekirina Kurdan, di dîzaynkirina sînorên nû de cih nedana kurdan.
Derfet: Lewazbûna Îranê derfeteke dîrokî dide Kurdan ku weke Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî otonomiyê di nav Îraneke demokratîk de.
Rejîma Îranê hîn jî li ser lingan e lê lawaz bûye. Aborî di rewşeke xerab de ye û darvekirin siyasî ji her demî zêdetir bûne.
Zêdebûyîna darvekirinan
Belê, agahiyên heyî û raporên rêxistinên mafên mirovan vê îdîayê bi piranî piştrast dikin ku rejîma Îranê bi salan e cezayê darvekirinê li dijî muxalîf, protestovan û dijberên rejîmê weke amûreke sîstematîk a çavtirsandinê bi kar tîne. Ev meyl di dawiya 2025an û bi taybetî di destpêka 2026an de bi bûyerên xwepêşandinan re zêde bûye.
Tê diyarkirin ku li Îranê di salên 2025-2026 an de heta niha herî kêm 1639 û 2159 kes hatine darvekirin. Ev hejmar ji 1989an vir hejmara herî bilind a darvekirinan e. Rejîma Îranê darvekirinê wek amûreke stratejîk digire dest û dixwaze bi darvekirinan re pêla ‘tirsandinê’ ji ser gelên aştîxwaz kêm nebe. Amnesty International û Iran Human Rights jî darvekirinan wekî ‘amûra tepisandinê’ bi nav dikin.
Rewşa aborî
Ji bo hemû meylên siyasî yên Îraniyan, ji ber ku bihayê her tiştî her diçe zêdetir dibe jiyan jî her ku diçe li Îraniyan heram dibe; heta carinan digihîje astên wêrankeriyê. Beriya şer enflasyon jixwe di astên du reqemî yên bilind de bû; bi şer re jî rewşê hîn xerabtir bû. Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF), ji bo sala 2026an enflasyona ji sedî 68,9 pêşbînî dike. Ev ji sala 1979an vir ve rekora herî bilind e. Bihayên gelek tiştên xwarinê di 12 mehên dawî de du yan jî sê qat zêde bûne.
Îraniyan her çiqas ji ber şer kêmbûna girîng a tiştan rapor nekin jî, her ku biha bilind dibin, hejmara kesên ku dikarin tiştên li bazarê bikirin kêm dibe. Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP), di rapora xwe ya dawî ya 21ê Gulanê de ya derbarê rewşa piştî şerê Îranê de ragihand ku pirsgirêka sereke êdî peydakirin nîn e, hêza kirînê ya ku bi lez dihele ye.”
Enflasyon û xerabûna şert û mercên jiyanê, bi salan e li Îranê bûye sedema protestoyên mezin. Protestoya herî dawî di dawiya meha Kanûnê de pêk hatibû. Ji ber daketina tund a nirxê pereyê wan li hember dolar, esnafan dest bi xwepêşandanê kir û ev bû mezintirîn tevgera protestoyî ya deh salên dawî. Xwepêşandan belavî her derê Îranê bû. Ev rewş bû sedema êrîşên kujer ên hêzên dewletê. Rejîma Îranê bi hovane êrîş bir ser gelan. Li gorî rêxistinên mafên mirovan; herî kêm 7 hezar kes hatin kuştin. Li gor çavkaniyên herêmî hejmara kesên hatine kuştin pir zêdetir e.
Dema ku cîhan pêşketina hêdî ya danûstandinên dawîkirina şerê di navbera Tehran û Washingtonê de dişopîne, Îraniyan bala xwe dane ser bûdceya xwe. Li ser enflasyona bilind, ji destpêka şer ve windabûna mezin a kar û bar û qutkirina înternetê ya ji aliyê dewletê ve jî hatî, dahatên karsaziyên serhêl tune kir. Xizmetên înternetê vê hefteyê vegeriyan, lê hin pargîdan dibêjin ku ziyana wan nayê tamîrkirin.
Bi taybetî Îraniyên dahata wan naguhere û gihiştina pereyên biyanî tune, zêdebûna bihayan pir ji kûr ve hîs dikin. Bi taybetî çavkaniyên proteînê pir biha bûne. Farhadê ku li bajarekî navîn ê Îranê dijî dibêje: “Goştê sor ji sifrêya gelek malbatan winda bûye.” Li Okala pakêtek 500 gram qîmeya çêlekan bi 1 milyon 366 hezar û 500 tûmen (nêzîkî 7,40 dolar) tê firotin.













