Bexda – Seraye Salam ku girêdayî Serokê Tevgera Şîe ya Iraqê Muqteda El Sadr e çekên xwe bi merasîmekê radestî Bexdayê kir.
Îro bi amadebûna Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, merasîma radestkirina fermî ya çekên Seraye Salam li Samerayê hate lidarxistin. Ev hêza ku girêdayî Serokê Tevgera Şîa ya Iraqê Muqteda El Sadr e, dê dibin fermandariya leşkerî ya fermandarê giştî yê hêzên çekdar de bin.
Berpirsên leşkerî yên hikûmeta Iraqê û koma çekdar a Seraye Salam, derbarê radestkirina çekên koma çekdar de, agahiyên nû belav kirin.
Fermandarê Saraya Salam Tehsîn Hemîdawî, di dema merasîma radestkirina çekan de li baregeha fermandariya operasyonan a li Samerayê ragihand ku îro çekên xwe bi fermî radestî hikûmetê dikin û ev hêz dê di bin fermandariya leşkerî ya fermandarê giştî yê hêzên çekdar de bin.
Tehsîn Hemîdawî, teqezî li ser berdewamiya rênivîsên radestkirinê kir, ji bo piştrastbûna ji karkirina birêkûpêk a erkên ewlehiyê kir.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Qeys Mihemedawî, ragihand ku lijneyek hevbeş heye ku kar li ser hilweşandina mekanîzmaya peywendîbûna komên çekdar bi hêzên Heşdî Şabî re dike ku ev hêz dê rasterast peywendiya wan bi fermandarê giştî yê hêzên çekdar re hebe.
Qeys Mihemedawî diyar kir ku ev rênivîs di çarçoveya bicihanîna tedbîrên fermî yên ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê û dubare kontrola dewletê li ser çekên komên çekdar de ye.










