Karkerên madenê ji bo heqdestê xwe li ber Yildizlar Holdinge careke din dest çalakiyê kirin
Karkerên madenê yên giredayî Sendîkaya Xweser a Karkerên Madenê yên ku di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe li Enqereyê dest bi greva birçîbûnê kiribûn û piştî sozên ji aliyê wezaretan ve hatibû dayin dawî li çalakiya xwe anîbûn. Lê tevî sozên hatibûn dayin jî karkeran nekarîn heqdestê xwe bi dest bixin. Li ser vê yekê karkeran careke din dest bi çalakiyê kir.Karkerên Madenê ji bo heqdestê xwe li ber Yildizlar Holding a navçeya Çankaya ya Enqereyê civiyan. Karkeran bi berzkirina dirûşma ‘Em ê bi bexwedanê bi serbikevin’ daxwazên xwe anîn ziman. Serokwekilê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Serokê Giştî yê CHPê ku bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ ji peywîrê hat dûrxistin Ozgur Ozel jî ji bo piştgiriyê tevlî çalakiya karkeran bûn.
‘Em ê heta dawiyê piştgiriya karkeran bikin’

Sezaî Temellî di çalakiyê de axivî bi lêv kir ku ew dê heta dawiyê piştgiriya karkeran bikin û wiha got: “Dengê û têkoşîna karkerên madenê bûye dengê hemû karkerên madenê ku heqê wan tê xwarin. Ew welat bûyê dojeha karkeran. Heqê karkeran tê xwarin, her tim di nav şert û mercên xirab de ne. Lê ji bo sermeyadaran ev welat kirine bihûşt.”
‘Sozên hatinê dayîn bi cih neanîn’
Ozgur Ozel jî bi bîr xist ku ji aliyê 3 wezaretan ve soz ji karkeran re hatibû dayîn ku dê heqdestê xwe bigirin û ev tişt anî ziman: “Gotinên karkeran destheqê xwe girtine ne rast e. Destheqê karkeran nehatiyê dayîn û sozên hatinê dayîn jî bi cih neanîne. Erdogan di 1ê Gulanê de got ‘Me heqdestê karkeran daye’ lê tiştek wisa tune ye. Em bang li raya giştî dikin ku piştgiriya karkeran bikin.”
Her wiha karkerên madenê jî diyar kirin ku heta ew heqdestê xwe bi dest bixin dê çalakiya xwe bidomînin.
Parêzerê karkeran Mursel Under jî bi lêv kir ku piştî çalakiya karkeran îro heqdestê karkeran razandine û ew dê bihejmerin ka hemû razandinê yan na. Mursel Under ragihand ku 85 milyon TL hatiyê razandin û 15 milyon jî dê îro bê razandin û got ku ew bi Wezîrê Karên Hundirîn re di nava danûstandinê de ne.














