Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan re civiya.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wî derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan re civiyaye.
Sirri Sakik derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê Xê ev peyam belav kir:
“Min di hevdîtinê de daxwaza gelê me ya aştî, demokrasî, edaletê û ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêwîstiya avêtina gavên şênber ragihand. Min di hevdîtinê de anî ziman ku divê ev pêvajo li ser siyaseta rojane bê nirxandin û daxwaza hevpar a gelên Tirkiyeyê jî bi dawîbûna şer e. Her wiha di serî de li Agiriyê, hêrma me û tevahiya welat ji bo çareseriya pirsgirêkên weke aborî, koçberî, betalî û xwe gihandina mafên tenduristiyê pêşniyarên xwe anî ziman. Ez hêvî dikim ku ev hevdîtin piştgiriya çareseriya pirsgirêkan û aştiya welatê me bike û spas dikim.”













