Xelkê gundê Norkoxê ya bi ser navçeya Payîzava ya Wanê piştî qezaya trafîkê qewimî, çalakiya rê li dar xistin û bertek nîşanî negirtina tevdîrên mayînde dan.
Li gundê Norkoxê ya ser bi navçeya Payîzava ya Wanê ve, wesayîta di bin kontrola keça serokê AKPê Colemêrgê Zeydîn Kaya, Umran Kaya de 2 roj beriya niha li keriyekî mihan û li bav û kurê ku şivan bûn, xistibû. Bav û kurên birîndar M.T. û Y.T. rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Payîzavayê, lê ji birîndaran bav M.T. jiyana xwe ji dest dabû. Li ser bûyerê Umran Kaya hatibû binçavkirin.
Piştî qezayê şêniyên gundê Yolaşanê îro danê nîvro rê li trafîkê girtin û nerazîbûn nîşan negirtina tevdîran dan. Welatiyan diyar kir ku li ser heman rêyê gelek caran qeza çêdibin, şêniyên gund dimirin û birîndar dibin û bertek nîşanî negirtina tevdîrên mayînde yên li herêmê dan. Gundiyan destnîşan kir ku her ku diçe qeza berdewam dikin, bang li rayedaran kirin demildest tevdîr bên girtin.













