Li navenda Şirnexê jina bi navê Felek Yagbasan li mala xwe mirî hat dîtin.
Li taxa Yenî ya Şirnexê jina bi navê Felek Yagbasan (28) bi awayek guman li mala xwe mirî hat dîtin. Hat hînbûn ku Felek Yagbasan xebatkara nexweşxaneya Şirnexê ye.
Piştî dîtina cenazeya Felek Yagbasan gelek tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.













