Kevneşopiya Gundikê Mele ya bi navê Adarokê ya 300 salî, bi coşeke mezin û girseyî hat pîrozkirin.
Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bi hatina biharê û sersalê zêdetirî 300 salan e Adarok tê pîrozkirin. Îsal jî bi tevilbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlementerê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, hevşaredarê Gundikê Melê, endam û rêveberên partiyên siyasî û sedan welatiyan li Herêma Bestayê Adarokê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Her çiqas her sal di 13ê Adarê de pîrozbahî were lidarxistin jî, îsal ji ber rewşa hewayî welatiyan pîrozbahiya Adarokê di 13 Gulanê de li dar xistin.
Kesên xeyîdî li hev tên
Hevşaredarê Gundikê Melê Ferît Artûç derbarê pîrozkirina Adarokê de got ku şêniyên Gundikê Melê yên ji çar aliyê welat her sal ji bo pîrozkirina Adarokê tên li herêmê û da zanîn ku di vê rojê de welatiyên ji hev xeyîdîbin li hev tên. Ferît Artûç anî ziman ku di Adarokê de welatî bi hev re xwarina xwe çêdikin û li hev bi awayek komî parve dikin û dixwin.
Di pîrozbahiya Adarokê de welatiyan stran stirandin û li ber stranan govend gerandin.
Pîrozbahî bi lîstikên “Goşeng” û “Kêlanê” bi dawî bû.




















