Amed – Di serdema platformên dîjîtal û medyaya nû de, zimanê Kurdî ji bo civakê weke “xeta herî dawî ya parastina nasname û çandê” tê pênasekirin. Lê belê, di navbera retorîka polîtîk û pratîka dîjîtal a rojane de nakokiyeke kûr heye. Di nav siyaset û rewşenbîriya Kurdî de ziman ji bo wan pîroz e, lê di pratîka ji bo ziman û şopandina hesabên medya Kurdî de sêwî ye. Gelek parlamenter, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rojnamegerên Kurd hesabên medya dîjîtal ên ajans, rojname û televîzyonên Kurdî naşopînin.
Aktorên polîtîk, hunermend û rewşenbîriy Kurdî, di rojên taybet de ekranên telefonan bi peyamên gur û geş ên li ser pîrozbahiya zimanê dayikê dadigirin, lê gava dor tê ser xwedîderketin, şopandin û parvekirina saziyên xwerû bi Kurdî, ev piştgirî bi awayekî trajîk winda dibe an jî xwe beloqî dike.
Ev rewş wekî nexweşiya “Otokolonîzasyonê” tê binavkirin ku tê de saziyên Kurdî di qada dîjîtal de tên îzolekirin û ziman ji amûreke zindî ya jiyanê vediguhere amûreke konjonkturel a populîzmê.
Di cîhana dîjîtal a îro de, pîvana herî mezin bal kişandin û gihîştina ji bo girseyeyan e. Bikarhênerên populer, li ser platformên dîjîtal gelek caran wekî fîgurên bazarê tevdigerin. Ji ber ku qada perwerdehiya fermî bi Kurdî nîn e û piraniya civakê lîteratûra siyasî, civakî û teorîk bi zimanê serdest şopandiye, parvekirina naverokên bi zimanê serdest her tim ecibandin û parvekirinên zêdetir tîne.
Nêzakatiyên sembolîk
Parvekirina bi peyamekê li ser pîroziya ziman mîna di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de di nava girseyê de prestîja neteweyî dide wî fîgurî. Lê gava dor tê ser şopandina ajans û rojnameyên xwerû bi Kurdî yên mîna Ajansa Welat, Azadiya Welat, Diyarname, televîzyonên xwerû bi Kurdî, kovarên wêjeyî û malperên çandî, algorîtmaya medyaya dîjîtal înteraksiyonê kêm dike. Ji ber ku girseya Kurdî di qada dîjîtal de hîn nehatiye rêxistinkirin. Di vir de elîta Kurd di navbera berjewendiya zimanî û berjewendiya algorîtmik de, ya duyemîn hildibijêre. Kurdî tenê wekî vitrînek ji bo wijdana herêmî dimîne. Ziman di daxuyaniyan de pîroz e, lê di pratîka şopandinê de sêwî ye.
Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd çima hesabên çapemeniya Kurdî naşopînin?
Gelek siyasetmedar, parlamenter, rojnameger, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen û hwd. çima hesabên sazî û dezgehên ragihandinê yên ku xizmet û ragihandina Kurdî dikin, nabînin û naşopînin? Şopandina wan tenê di gotinan de dimîne, lê belê ev yek jî heye; hesabên gelek ajans, malper û rojnameyan tên astengkirin û qedexekirin, lê ev nayê wê maneyê ku hesabên medyaya Kurdî neyê şopandin û belavkirin. Ev kesên navborî ji xeynî şopandinê, ji salê carek nivîsek, nûçeyek, gotarek bi Kurdî jî parve nakin. Cihê meraqê ye gelo ka ev kesên navborî wê çend kes vê nûçeyê bixwînin û xwe têde bibînin?

Bandora temaşevan
Ev krîza dîjîtal di sosyolojiya modern de bi têgeha “Bandora temaşevan” tê şîrovekirin. Gava ku berpirsiyariyek li ser milê her kesî be, di encamê de tu kes wê berpirsiyariyê nagire ser xwe; ji ber ku her kes difikire ku “kesekî, kesên din jixwe vî karî dike.” Tu kes nabêje “Ez ê ji bo ziman çi bikim?”
Asîmîlasyona dîjîtal
Siyaseta heyî her çend ji bo ziman daxwaza “statuyê” bike jî, ji bo qada ku îro heyî û bi keda mezin hatiye avakirin, bingehekî jiyanî û aborî ava nake. Saziyên ku bi keda xwe ya xwerû bi Kurdî nûçeyan çêdikin, diafirînin di warê dîjîtal de tenê dimînin û bêdeng tên hiştin.
Ev nakokiya di navbera gotin û kirinê de, di nava civakê de hesteke kûr a bêbaweriyê ava dike. Şopîner dema dibînin ku rêvebirên wan ên polîtîk, aktîvîst, nivîskar, rojnameger an hunermendên wan peyamên pîrozkirina ziman didin, lê di pratîka xwe ya dîjîtal a rojane de saziyên Kurdî tune dihesibînin û naverokên wan parve nakin, ew bixwe jî girîngiyê nadin xwendin û belavkirina nûçeyên Kurdî. Ev jî çerxeke xedar a asîmîlasyona dîjîtal ava dike.
Guhertina radîkal a adetên dîjîtal
Çareserî her çend hêsan be jî, hewceyî bi biryareke samimî û polîtîkayeke radîkal heye. Ji bo ku ev ji holê rabe, divê helwesteke nû ya polîtîk û çandî pêş bikeve. Divê were fêmkirin, parastina ziman tenê bi nivîsandina daxuyaniyên di rojên pîrozbahiyan de nabe. Parastina zimanê Kurdî yê rasteqîn avakirina ekosîstemeke dîjîtal a bihêz e. Heta ku bikarhênerên medya dîjîtal ên Kurd vê rastiyê nebînin, her peyamên tê dayîn dê wekî populîzmeke konjonkturel bimîne.












