Amed- Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê Mûrat Aba derheqê pêvajoyê de diyar kir ku êdî mekanîzmeya heyî nameşe û wiha got: “Ji bo ku ev pêvajo encam bibe û rêya aştiyeke mayînde vebibe divê demildest gavên qanûnî bên avêtin. Karê meclîsê û dewletê yê yekemîn ew e ku qanûnan amade bike û makezagonê biguherîne.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga 27ê Sibata 2025an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dest pê kir, berdewam dike. Mijara herî zêde ji aliyê raya giştî ve tê nîqaşkirin rewşa xitimandin û hêdîbûna pêvajoyê ye. Her çiqas rayedarên dewletê qala amadekirina qanûnan û makezagonê bikin jî di pratîkê de hêj tu gavek nehatiye avêtin. Di raya giştî de jî mijara herî zêde tê meraqkirin gavên qanûnî yên dewletê ne.
Derbarê mijarê de nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê Mûrat Aba ji ajansa me re axivî.
‘Divê ‘Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’ ji holê bê rakirin’
Mûrat Aba diyar kir ku ew dixwazin ev pêvajo bibe pêvajoya aştiyeke mayînde û wiha got: “Lê dema mirov mêzê dike ji bilî avakirina komîsyona parlamentoyê hêj tiştek nehatiye kirin. Divê heyet bi hêsanî û rehetî bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtînan bike. Weke hiqûqnasekî em dibêjin divê di hiqûqê de demildest hin qanûn bên guherandin. Ya ewîl jî divê ‘Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê’ ji holê bê rakirin.”
‘Divê makezagoneke ku gel esas digire bê çêkirin’
Mûrat Aba destnîşan kir ku di pêvajoyê de êdî mekanîzmaya heyî nameşe û ev tişt anî ziman: “Tirkiye divê gavan biavêje. Lê me heta niha tu gav nedîtîn. Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo me wext pir bi qîmet e. Em hemû vê dizanin ku avabûna Tirkiyeyê bi pevçûnan ve çêbûye. Gelên Tirkiyeyê ji vê yekê naxwaze û westiyaye. Ev derdorê sed-sed û pêncî sal in herêma me di nava şer û pevçûnan de ye. Ji ber vê yekê jî dema ku daxwaza aştiyê dirêj dibe û bi demê re tê hiştin vê demê hêviya gelan, saziyan û hemû kesî dişikê. Dibe kesên ku dixwazin vê pêvajoyê xerab bikin jî hene. Heke wext dûr û dirêj bibe hêdî hêdî naxwazin aştiyek di nava gelan de çêbibe û dê vê yekê jî xerab bikin. Ji bo vê jî em dibêjin ji bo ev pêvajo encam bibe û rêya aştiyeke mayînde vebibe divê zûtirîn gavên qanûnî bên avêtin. Karê meclisê û dewletê yê yekemîn ew e ku qanûnan amade bike û makezagonê biguherîne. Divê makezagon li ser çarçoveyeke binpêkirina mafên mirovan nebe û makezagoneke ku gel esas digire bê çêkirin.”
‘Divê ewilî statuya birêz Abdullah Ocalan hebe’
Di axaftina xwe de Mûrat Aba bi lêv kir ku destpêkê divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe û wiha pê de çû: “Pêvçûn di navbera kê de bin divê li ser maseyê ew kes rûnin. Aktorê herî serekê yê aştiyê jî birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê jî divê di serî de stayuya wî bê diyarkirin. Heke makezagon neyê guhertin û ew makezagon li ser bingeha mafên mirovan neyê esasgirtin vê demê ew pevçûnên ku sed sal in didomin dê dîsa xwe dubare bikin û mutaqabata civakî jî çênabe. Divê bê zanîn ku li Tirkiyeyê gelên cûr bi cûr dijîn ji ber vê yekê jî divê navê wan bê bilêvkirin. Tenê ne zimanekî fermî yan jî yekzîman, divê pirzimanî bê esasgirtin û qebûlkirin. Heke makezagoneke rast bê amadekirin wê demê qanûn jî dê bên amedekirin. Gelek caran peyva ‘Terorê’ tê li ser ziman, heke em çareserî û aştiyeke mayînde dixwazin vê demê divê em peyvên ku rêya çareseriyê pûç dikin bi kar neyînin û li gorî pêvajoyê tevbigerin û divê ‘Qanûna Tekoşîna li dijî Terorê’ demildest ji holê bê rakirin.”
‘Ji bo komareke demokratîk sê xal lazim in’
Mûrat Aba da zanîn ku ji bo komareke demokratîk sê xal lazim in û ev tişt got: “Ax, gelên cûr bi cûr û serwerî. Ji bo ku ev komar bibe komareke demokratîk divê qanûnên gel bên parastin. Qanûnên Tirkiyeyê di 1982yan de hatine çêkirin, belê hin guhertin çêbûne lê guhertinên esasî lazim e. Divê ewilî ev bê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê gelek tenê najî, gelek gel di nava hev de bi hev re dijîn. Ji ber vê yekê jî hewcehî bi guhertina qanûnan heye. Di cîhanê de gelek mînakên dewletên wisa hene ku gelên li wir li ser axa xwe û bi ziman, çanda xwe dijî hene. Tenê bi navendêkê ve nayê birêvebirin. Tirkiye jî dikare modeleke wisa pêş bixe ku encax pirsgirêka Kurd a sed sal in berdewam dike çareser bibe.”
‘Kiryarên li dijî CHPê ji bo meşandina pêvajoyê asteng e’
Mûrat Aba diyar kir ku hêzên hegomonîk ji bo berjewendiyê xwe Rojhilata Navîn weke cihê ceribandinê dibînin û wiha domand: “Hêzên hegomonîk dema ku bixwazin tiştekê pêk bînin pêşiyê li ser Rojhilata Navîn diceribînin û Tirkiyeyê jî weke amûrekî dixwazin bikar bînin û tînin. Ji ber vê jî divê Tirkiye nebe amûr û ji bo komareke demokratîk tevbigere. Kiryarên niha li ser CHPê tên kirin ne tenê li CHPê tên kirin, hemû kesên ku mûxalîf in re jî tê kirin. Ev yek ji bo meşandina pêvajoyê jî dibe asteng. Ev kiryar nîşaneya otorîterbûyînê ye. Ev tişt dihêle ku kesên muxalîf ji demokratîkbûyînê dûr bikevin.”
‘Saziyên sivîl pira di navbera gel û hikûmetan de ne’
Her Mûrat Aba destnîşan kir ku armanca saziyên sivîl ew e ku welatekî demokratîk bê avakirin û axaftina xwe wiha dawî kir: “Saziyên sivîl pira di navbera gel û hikûmetan de ne. Daxwazên gelan ji hikûmetan re tînin û pêşengtiya vê yekê dikin. Em dizanin ji avakirina komarê vir ve mafên mirovan tên binpêkirin û îşkence tên kirin. Saziyên sivîl li ser van mijran û hwd. dixebitin. Mînaka herî ber bi çav, niha li girtîgehan de gelek girtiyên siyasî yên nexweş hene. Em dibêjin ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û tedawîkirin. Mafê tenduristiyê mafekî gerdûnî ye.”












