Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê, li pêşiya Sumerbanka kevn a li Konakê ji bo girtiyên nexweş Abdulhalîk Oral daxuyanî da û xwest girtiyê nexweş ê 58 salî demldest were berdan û dermankirin.
Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê, li pêşiya Sumerbanka kevn a li Konakê ji bo girtiyên nexweş daxuyaniyek da. Di çalakiyê de pankarta ‘Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nabe şirîkê sûc’ hat vekirin. Rêvebira Şaxa ÎHDyê Nazli Turan daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa krîtîk a tenduristiya girtiyê nexweş ê 58 salî Abdulhalîk Orak ê ku di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kırıkkaleyê de tê ragirtin.
Nazli Turan diyar kir ku nexweşiyên piralî yên Orak, bûne sedema windabûneke giran di fonksiyonên wî yên jiyanî de û rasterast gefê li jiyana wî dixwin û wiha got: “Piştî nexweşiya giran a ku di sala 2023yan de derbas kir, di aliyê çepê yê laşê wî de, di destê çepê, lingê çepê û rûyê wî de felca mayînde çêbûne. Ev rewş jiyana wî ya axaftin, xweîfadekirin û danûstendinê di asteke bilind de asteng dike. Ji bilî rewşa felcê ya li aliyê wî yê çepê, Abdulhalîk Orak dema li Girtîgeha Hîlvanê bû ji aliyê gardiyanan ve hatibû derbkirin, milê wî yê rastê şikiyabû û ji ber ku bi awayekî rast necibirî ye tûşî windabûneke giran a fonksiyonê bûye.”
‘Du caran ket komayê’

Nazli Turan da zanîn ku Abdulhalîk Orak nikare hewcedariyên xwe yên bingehîn ên rojane pêk bîne û ev tişt anî ziman: “Li gel tabloya giran a felcê, nexweşiyên wî yên sîbûst, astima giran, diyabet, prostat û katarakta pêşketî ya di çavên wî de hene ku hewcedarî bi bikaranîna 11 dermanên cûda yên rojane dike. Tevî ku ji ber goştê di pozê wî de zehmetiyeke giran a bêhnstendinê dikişîne jî, tedawiya pêwîst nayê kirin. Her wiha ji ber nexweşiya reflû ya pêşketî, heta niha du caran ketiye komayê.”
‘Berpirsyariyên xwe yên qanûnî bi cih bînin’
Her wiha Nazli Turan di serî de bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê û hemû saziyên peywendîdar kir ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî bînin cih û wiha got: “Em ê heta ku mafê jiyanê û mafê gihîştina tedawiyê ya girtiyên nexweş bibe mîsoger û di pergala înfazê de rêziknameyên ku rûmeta mirovî bingeh digirin bikevin meriyetê, daxwazên xwe bînin ziman û bi raya giştî re parve bikin.”













