Amed – Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk di konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de axivîn û wiha gotin: “Ev tayînkirina qeyûman ne bi şexsan ve girêdayî ye, ne bi hevserokên hilbijartî ve girêdayî ye, rasterast êrîşa li ser îradeya jinan û li ser îradeya gelê Kurd e. Her wiha divê îradeya jin û civakê were naskirin.”
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma ‘Bi Îradeya Jinan Em Dibin Komun, Bi Rêveberiyên Herêmî Civaka Azad Dihûnin’ li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Konferansa ku 4 roj dê berdewam bike; Roja yekemîn dê gel jinên hevşaredar, siyasetmedar û her du rojê dawiyê dê giştî berdewam bike. Di roja yekemîn de jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li konferansê bûn, dîmenên rengîn derket holê.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk derheqê konferansê û Rêveberiyên Herêmî de ji ajansa me re axivîn.
‘Destkeftiyên jinan bin pê dikin û tasfiye dikin’
Neslîhan Şedal diyar kir ku ew paradîgmaya ku dibe jiyanî û dibe civakî û pergala ku hevserokatiyê ew di nava civakê de saz dikin, di nava mekanîzmayên rêvebirinê de saz dikin alternatîfekî gelekî azadîxwaz û wekhevîxwaz e û wiha got: “Hişmendiya desthilatdar wekî polîtîkayeke qirkirinê, wekî polîtîkayeke asîmîlasyonê çawa ku 100 sal in mafê gelê Kurd, destkeftiyên gelê Kurd bin pê dikin, niha jî bi rê û rêbaza qeyûman dixwazin destkeftiyên gelê kurd bin pê bikin. Em dibînin li ser şaredariyên ku gelê Kurd bi dest xistiye, yê gelên demokratîkxwaz, gelên ku dixwazin civak azad bibe û wekhev bibe destkeftiyên wan bi awayekî dagirkerî desteser dikin.”
‘Em ê rêxistinên xwe di nav civakê de xurttir bikin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal destnîşan kir ku li ser kar û xebatên jinan êrîşên pir dijwar hene û ev tişt anî ziman: “Di nav civakê de destkeftiyên jinan bin pê dikin û tasfiye dikin. Girêdayî vê yekê em dibînin her roj tundî û qirkirina li ser jinan roj bi roj kûr dibe. Xizantiya jinan roj bi roj kûrtir dibe. Em bêjin qirkirina ekolojiyê roj bi roj kûrtir dibe ku koçberî bi polîtîkayên qeyûman ve gelekî zêde bûye li Kurdistanê. Têkoşîna me jî li hemberî van tiştan e. Em jî li hemberî wan polîtîkayên xwe saz dikin. Ew jî dixwazin bi van polîtîkayên xwe me paşve bikişînin. Hem parastina me hem jî paradîgmaya ku demokratîk-ekolojîk ya ku xwe dispêre azadiya jinan, parastina wê û civakbûyîna wê bi têkoşîneke mezin berdewam dike. Di vê qonaxê de aştî û civakek demokratîk têkoşînek ji hîn demê xurtir dixwaze daku ji bo naskirina îradeya jinan û parastina destkeftiyên jinan. Di vê konferansê de jî mijarên herî herî girîng em li ser rawestiyan zêdekirina destkeftiyan û xurtkirina rêxistinêbûyînê bû.”
Binpêkirina îradeya jin û civakê
Gulîstan Sonuk jî diyar kir ku ev du sal e ew hatine hilbijartin wek rêveberiyên xwecihî lê belê piştî demeke ku pir kurt şaredariya wan a Colemêrgê, Êlihê, Mêrdînê, Xelfetiyê bi giştî deh şaredariyên wan ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin û wiha domand: “Ne yekem car e îradeya gelê Kurd tê desteserkirin, ne yekem car e îradeya jinan tê binpêkirin. Lê belê di pêvajoyeke wiha de, di pêvajoyeke ku pirsgirêka Kurd bi awayekî diyalog û muzakereyê tê nîqaşkirinê de, pêvajoyeke ku PKK xwe fesih kiriye û çek şewitandiye, tayînkirina qeyûman an jî berdewamiya polîtîkayên qeyûman bi rastî jî ji aliyê civakê ve, ji aliyê me ve jî nayê qebûlkirin. Ji ber ku em hemû baş dizanin ev tayînkirina qeyûman ne bi şexsan ve girêdayî ye, ne bi hevserokên hilbijartî ve girêdayî ye, rasterast êrîşa li ser îradeya jinan û gelê Kurd e. Ji ber vê yekê jî ji aliyekî ve tu yî nîqaşa çareseriyê û aştiyeke bike, ji aliyê din ve jî gel nas neke û bi qeyûman vîna wî bajarî tune bike, tune bihesibînî, bi rastî jî di vir de nakokî derdikevin. Gelê Kurd vê wekî ku dewlet an jî AKP bi awayekî cidî nêzîkî vê meselê nabe û dixwaze vê meseleyê jî bi awayekî bixe xizmeta îktîdara xwe û li gorî berjewendiyên xwe berdewam bike, dibîne û şîrove dike.”
‘Demokrasiya herêmî divê bê naskirin û berfirehkirin’

Di domdariya axaftina xwe de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk anî ziman ku ji bo behsa aştiyeke mayînde were kirin divê ewilî ew bi Kurdistanê re werin gelhev û wiha pêde çû: “Divê dewlet bi Kurdistanîbûnê re li hev were. Ev jî bi çi derbas dibe? Demokrasiya herêmî divê bê naskirin û berfirehkirin. Em wek rêveberiyên xwecihî ji du salan carekê konferansa xwe ya navendî pêk tînin. Beriya konferansa navendî li her bajar û herêmê jî em konferansa herêmî pêk tînin. Di nav du salî de me kîjan xebat kiriye, li ku derê em kêm mane, li ku derê em nebes mane, em van niqaş dikin û ji bo du salên pêşiya xwe yan jî ji bo salên pêşiya xwe em perspektîfek datînin holê. An jî cihê ku pirsgrêk hatine jiyîn di aliyê ferasetê de kîjan hişmendî li pêşiya jiyanîkirina pergala me ya hevserokatiyê ye, em wan nîqaş dikin û ji bo çareseriya van pirsgrêkan em pêşniyazên xwe dikin. Ev konferans, konferanseke wisa ye. Bi rastî jî di demeke pir dîrokî de em vê konferansê pêk tînin. Yanî di demeke wiha de ku em wek partî amadekariya pêkanîna Konferansa Komara Demokratîk dikin, em li Kurdistanê konferansa rêveberiyên xwecihî pêk tînin.”
Her wiha Gulîstan Sonuk da zanîn ku du rojan ew ê konferansa jinan pêk bînin, du rojên din jî dê konferansa xwe ya giştî pêk bînin û wiha bi dawî axaftina xwe anî: “Em dikarin bêjin ku ev konferans ji me re dibin wek perspektîfek, me çi kiriye û ji bo pêşerojê jî em ê bikarin çi bikin û kîjan xebat û kîjan polîtîkayan bimeşînin. Em van niqaş dikin.”












