Serlêdanên qursên Zimanê Kurdî yê MED-DERê dest pê kirin. Qeydên qursan ji bo vê serdemê îro destpêkirin dê heta 15ê hezîrana 2026an bidome.
Serlêdanên qursên Zimanê Kurdî yê Şaxa Komeleya Lêkolînê Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) a Amedê dest pê kirin. Qeydên qursan ji bo vê serdemê îro destpêkirin û dê heta 15ê hezîrana 2026an bidome. Serîlêdan hem li ser hesabên MED-DERê yê medya dîjîtal û hem jî li saziya MED-DERê ya Ameê dê bên qebûlkirin. Qurs hem ên online û hem jî rû bi rû li saziya MED-DERê ya Amedê bên dayîn. Dersên qursên zimanê Kurdî dê 20ê hezîrana 2026an de dest pê bikin, di heftêyê de 2 roj, rojê 2 saet, di hefteyê de 4 saet bên dayîn. Serdema qursê, dê 3 mehan bidome.
Kesên bi rêk û pêk beşdarî waneyan bibin û bi serkeftî kargehê biqedînin, dê mafê wergirtina Belgeya Serkeftinê bidest bixin.













