ANKA-DER, komxebata statu û perwerdehiya Kurdî li dar dixe. Di komxebata bi 4 rûniştinan pêk tê de li ser statu û perwerdehiya bi Zimanê Kurdî nirxandin dê bên kirin.
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) li Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê Komxebata Statuya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî li dar dixe. Komxebat dê bi 4 rûniştinan pêk were û di rûniştinan de dîroknas, zimanzan, siyasetmedar û hiqûqnas li ser mafê zimanê Kurdî, astengiyên li pêşya perwerdehiya Kurdî û daxwaza statuya Zimanê Kurdî nirxandinan bikin.
Komxebata ku bi tevlibûna gelek kesan pêk tê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên aştî û demokrasiyê dest pê kir.
Di destpêkê de mamosteyê ANKA-DERê Dogan Şenses axivî û qala naveroka komxebatê kir. Piştrê jî Hevseroka ANKA-DERê Ferîde Akturan axivî û diyar kir ku armanca wan ji vê komxebatê komxebatê mîsogerkirina perwerde û statuya zimanê Kurdî ye û wiha got: “Mafê zimanê Kurdî mafekî bingehîn e. Me bi vê komxebatê xwest li ser çareseriya pirsgirêka Kurdî nîqaşan bimeşînin. Em hêvî dikin ew nîqaş pêşiya xebatên me ronî bike.”
Piştî axaftinan komxebat bi rûniştina yekem dest pê kir. Di rûniştina yekem de bi moderatoriya Rojhat Eren Emîcî, endamên TEV-KOMê Mîray Mîdyad û Omer Bayraktar dê di Statuya Zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî de rol û misyona ciwanan û di medyaya dîjîtal û hîşê çêkirî de zimanê Kurdî, nirxandinan bikin.













