• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîra Mezopotamyayê li Amedê civiya: Armanc xuyakirina tiştên veşartî ye

Amed / AW

6 HEZÎRAN 2026 - 20:11
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
​Kolektîfa 4Ro Photosê, pêşangeha wêneyan a bi navê “Çîrokên Mezopotamyayê” ku balê dikişîne ser bîr, koçberî û şêwazên berxwedanê yên li ser vê axê, li Navenda Çandê ya Çand Amedê vekir.

​Kolektîfa 4Ro Photosê, bi pêşangeha wêneyan a “Çîrokên Mezopotamyayê” bîra kûr, rêyên koçberiyê û çîrokên mirovî yên koka axa Mezopotamyayê anî pêşberî hezkiriyên hunerê. Pêşangeh li Navenda Çandê ya Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê deriyên xwe ji gel re vekir, dê heta 6ê tîrmehê vekirîbe. Pêşangeh rastî eleqeyeke mezin hat. Di pêşengehê de berhemên wênekêşên bi navê wan Berge Arabîan, Paşa Îmrek, Tûrkan Kiliç Pinar, Refîk Tekîn, Fatma Çelîk, Murat Yazar, Matthîue Chazal cih girtin. Di pêşangehê de wêneyên ji gundên Hemşînê heta kolanên Îranê, ji penaberên Dom ên Sûriyeyî heta çîroka mafdar a Dayikên Şemiyê û dîwarên sînor ên li Rojhilata Navîn hatên pêşkêşkirin û şahidiyeke bêhempa ji rastiyên civakî û polîtîk ên erdnîgariyeke fireh re kirin. Wêneyên ku hatin pêşandan, polîtîkayên sînor û windahiyan bi çavê hunera civakî raxistin ber çavan. Endamên 4Ro Photosê derbarê armanca pêşangehê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ev xebat û vegotina dîtbarî; li ser hîmê sînor, nasname, windahî û şêwazên berxwedanê hatibû avakirin. Endamên kolektîfê destnîşan kirin ku armanca wan a sereke ew e ku tiştên nayên dîtin û di bin siya polîtîkayên pergalê de tên veşartin, bi riya hunerê xuyayî bikin.

​‘Platformek ji bo komkirina keda wênegirên herêmê’

​Wênekêş Refîk Tekîn di vekirina pêşangehê de bal kişand ser girîngiya platformê û wiha got: “Ev platform wênegirên Mezopotamyayê anîne cem hev û pêşangehek amade kir. Ev pêşangehe, yekemîn pêşaşgeha ku wênegirên li herêmê û bi taybet li vir dijîn, em hemû werin cem hev û em bi hev re bikaribin kedekê daynin holê. Û di heman demê de em bikaribin ew civaka me, jiyana me em bi giştî bikin  çîrokek.”-

​‘Bajar û welat bi vî rengî serpêhatiyên xwe tomar dikin’

​Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş jî spasiya Kolektîfa 4Ro Photosê û hemû beşdaran kir û bal kişand ser wateya arşivê ya ji bo bajêr. Zeynep Yaş anî ziman ku navê kolektîfê wekî “Çavên Ro ji Cîhanê Fotos” dibîne û wiha domand: ​“Dema mirov bingehekî datîne, dema mirov qeydekî çêdike, dema mirov dîmenekî, wêneyekî dikişîne; ew ê çîrokên mayînde bihêle. Ew hevalên me bi salan e xebatên wan gelek di aliyê arşivê de mane. Wekî şaredariya bajarê mezin û xebatên beşa çand û hunerê û bi taybet ji bo me girîngiya van wêneyan gelek e, ji bo arşivê gelek e. Ji ber ku ew bajar, ew welat ancak bi vî rengî serpêhatiyên xwe, çîrokên xwe, hemû tiştekî xwe, bi wateya îro tomar bike, qeyd bike, wêne bike. Bi çîrok û serpêhatiyên xwe bikaribe bîne pêş çavan.”

​Zeynep Yaş di dawiya axaftina xwe de destxweşî li hemû kesên ku ev çîrok berhev kirine kir û got: “Dema tu wêneyan binêrî, hûn ê bibînin ku di xebatê de mirov dibêje her çîrokekî yek e. Ew çîrok yek bi yek wek fîlmekî, wek şerîda fîlmekî tê de bibînî ku wek çîrokekî giştî ya mirovahiyê tê de heye. Em hêvî dikin ku li vê derê bêtir ev çîrok werin dîtin, naskirin û hîskirin.”

Etîket: AmedÇîrokên Mezopotamyayê​Kolektîfa 4Ro PhotosêpêşangehWêne
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

6 HEZÎRAN 2026
‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

6 HEZÎRAN 2026
Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

5 HEZÎRAN 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

3 HEZÎRAN 2026
Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

1 HEZÎRAN 2026
ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

30 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (154)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne