• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Akrê 2 drone hatin xistin

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

    Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    ‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

    ‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 7ê HEZÎRANA 2026an

    Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Akrê 2 drone hatin xistin

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

    Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    ‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

    ‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 7ê HEZÎRANA 2026an

    Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Narîn Gezgor: Em dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

Esra Polat / AW

7 HEZÎRAN 2026 - 10:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Cîgira Hevserokên Giştî yên DBPê Narîn Gezgor xwest ku statûya hiqûqî û siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê diyarkirin û wiha got: “Tevahiya jin, ciwan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, ji bo Rêber Apo bigihe statûya xwe ya hiqûqî û siyasî divê di nava lîv û tevgerê de bin û têkoşînê mezin bikin.”

Nîqaşên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî rojeva sereka ya Tirkiyeyê berdewam dikin. Ligel ku Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo çareseriyê gavên pêwist avêtine jî hêj dewleta Tirk berpirsariyên xwe bi cih neanîne û gavên soz dabûn neavêtine. Ji van gavan a herê girîng jî wekî sermûzakeanê gelê Kurd, statûya hiqûqî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gavneavêtian dewleta Tirk dibe sedema nîqaşên xitimîne pêvajoyê û bêbaweriya civakê ya li hember çareseriyê. Cîgira Hevserokên Giştî yên DBPê Narîn Gezgor derheqê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî.

Divê Rêber Apo di şertên azad de rola xwe bilîze’

Narîn Gezgor banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de bi bîr xist û wiha got: “Piştî bangawaziyê saleke zêdetir dem derbas bû. Tevgera Apoyî ji roja serî heta niha dibêje, ‘avakirina civaka demokratîk û bicîhanîna aştiyeke dadî, hiqûqî bi pêşengtiya Rêber Apo pêkan e û muxatabê yekemîn jî Rêber Apo ye’. Her wiha gelê Kurd jî heman tiştî dibêje. Piştî bangawaziyê li gelek bajaran wekî qada siyaseta demokratîk me civînin gel li dar dixistin. Di van civînan de jî gel her tim digot ‘ji bo aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk bê avakirin, divê şert û mercên wekhev bên avakirin.’ Ji ber wê jî em dibêjin divê şert û mercên wekhev bê ava kirin. Hewce ye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were ku bikaribe bi awayekî azad nêrînên xwe, fikrên xwe bi tevahî pêkhatiyên civakê re ragihîne, kesên ku dixwazin pê re hevdîtinê bikin hene. Divê Rêber Apo di avakirina civaka demokratîk de jî rola xwe bi awayekî azad bilîze.”

‘Azadiya Rêber Apo daxwaza gelê Kurd e’

Li ser mijarê Narîn Gezgor anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de daxwaza bingehîn a gelê Kurd, daxwaza bingehîn a tevgera azadiya gelê Kurd û di serî de jî daxwaza bingehîn a jinên Kurd e. Narîn Gezgor ev tişt gotin: “Rêber Apo têkoşîna xwe bi azadiya jinê re hildigire dest. Navenda têkoşîna Rêber Apo ya ku 53 sal e hatiye meşandin, azadiya jinê ye. Rêber Apo dibêje ku kolekirina civakê, azad nebûna civakê jî ji kolekirina jinê tê. Heta jin azad nebe, civak jî bi giştî jî nikare azad bibe. Lewra azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, her wiha rol û rîsteya xwe lîstin di vê pêvajoyê de ji bo jinan jî wekî azadiya me ye, em bi wî awayî digirin dest. Ew rol û misyona ku dabû jin û ciwanan, gotibû, ‘pêşengtiya avakirina civaka demokratîk jî divê jin û ciwan bikin.’ Lewra tevahî jınên Kurd, heta em dikarin bêjin ne tenê jinên Kurd, tevahî jinên Rojhilata Navîn perspektîfa ku xwe dispêre azadiya jinê di paradîgmaya Rêber Apo de dibînin.”

‘Divê têkoşîna bê mezin kirin’

Narîn Gezgor bal kişand li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiyî meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêgûman di girtina Rêber Apo de rol û misyona dewletên navneteweyî jî pir girîng e û heta di navendê de ne. Perspektîfa Rêber Apo li hemberî vê pergalê rêya çareserkirina tevahî krîzan, pirsgirêkan diderxîne holê û wek alternatîf di cîhanê de li hemberî dewletên kapîtalîst an jî Gladyo wek alternatîf li pêşiya me ye. Gladyoya navneteweyî ji vê rewşê aciz e. Helwest û bêdengiya li dijî bicihanîna mafê hêviyê ji helwesta Gladyoyê cuda nîne. Ji bo wê divê têkoşîna ji bo Rêber Apo bi awayek kûrevî bê meşandin û mezinkirin.”

‘Em li her derê daxwaza azadiyê bilind bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Narîn Gez gor bi bîr xist ku ji destpêka têkoşîna Tevgera Apoyî û bi taybetî piştî Bangawaziya 27ê Sibatê, di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir rol û misyon daye jin û ciwanan. Narîn Gezgor wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê tevahî jin, ciwan û gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, ji bo azadiya Rêber Apo, statûya hukûqî û siyasî di nava lîv û tevgerê de bin. Divê em çalakiyên xwe yên di pêngava azadiya Rêber Apo de xurttir bikin. Li her qadê, li her dewerî cîhê ku em lê divê bi dengekî bilind, bi hevgirtinekî mezin em daxwaza azadiya Rêber Apo, naskirina statûya wî ya siyasî û hukûqî berz bikin.”

 

 

 

 

Etîket: AzadiMafê HêviyêNarîn GezgorRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

5 HEZÎRAN 2026
Saziyên maf û hiqûqê danezan şandin: Mafê Hêviyê bînin rojeva xwe

Saziyên maf û hiqûqê danezan şandin: Mafê Hêviyê bînin rojeva xwe

4 HEZÎRAN 2026
Dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî parlamenter Anna Pic hat kirin

Dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî parlamenter Anna Pic hat kirin

28 GULAN 2026
‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

26 GULAN 2026
Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

25 GULAN 2026
Şandeya Îmraliyê wê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike

Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

24 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîra Mezopotamyayê li Amedê civiya: Armanc xuyakirina tiştên veşartî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îradeya jin û civakê divê were naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (170)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne