Wan – Bingehên kooperatîf, sera û projeyên bostanan ên ku li ser kesa jinan saz bûn, piştî hilbijartinên herêmî yên sala 2014an ku BDP li Wanê bi ser ketibû, hatin avêtin. Tevî du caran qeyum ev xebat asteng kir û da sekinandin jî, Şaredariyên DEM Partiyê yên li herêma Wanê bostanên ku hilberîna jinan esas digire, careke din vedike.
Li Wan û navçeyên wê, bingehên kooperatîf, sera û projeyên bostanan ên ku li ser keda jinan saz bûn, piştî hilbijartinên herêmî yên sala 2014an ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Wanê bi ser ketibû, hatin avêtin. Di şaredariyên BDPê ku bi pergala hevserokatiyê tên birêvebirin de, Daîreyên Polîtîkayên Jinê û Gerînendetiyên Jinê hatin avakirin û fona van projeyan hat veqetandin. Ewilî bi pêşengiya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Artemêtan, bi taybetî li taxên Şabaniye û Emînpaşayê zeviyên ku li ber piyan mabûn ango vala bûn, hatin kirêkirin û ‘Bostanên Komîn ên Jinan’ bi fermî hatin avakirin. Di qonaxa yekemîn de bi dehan jinan di van bostanan de dest bi hilberîna kolektîf kirin.
Bostanên Komîn ewil di sala 2016an de hatin avakirin
Di sala 2016an de qada bostanan hat berfirehkirin û çalakiyên serageriyê li ser hatin zêdekirin; bi vî rengî hat armanckirin ku hilberîn tenê bi mehên havînê re sînordar nemîne. Jinan hilberên xwe yên xwezayî yên ku bi xwe çandibûn, rasterast di bazarên taxan ên hatibûn avakirin de difirotin. Di 11-17 Mijdara 2016an de bi biryara Wezareta Karên Navxweyî, cara yekem ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û gelek şaredariyên navçeyan ên wekî Artemêtan, Rêya Armûşê û Qerqelî qeyum hatin tayînkirin. Yekem karê rêveberiyên qeyuman ew bû ku Gerînendetiyên Polîtîkayên Jinan bigirin an jî avahiya wan biguherînin. Di vê pêvajoyê de qeyuman piştgirî neda projeya bostanên jinan, peymanên wan nehatin nûkirin û ev qad di asteke mezin de hatin tasfiyekirin.
Di 2019an de careke din hatin sazkirin

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de HDPê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û gelek şaredariyên navçeyan ji nû ve qezenç kir û di nava şaredariyan de pergala jinan ji nû ve hat birêxistinkirin. Di çarçoveya têkoşîna li dijî xizaniya jin de, ji bo bostanên ku di dema borî de hatibûn girtin, bi modelekî profesyoneltir û di şêweyê kooperatîfên çandiniyê ji nû ve bên sazkirin, plansazî hatin kirin. Analîzên axê û amadekariyên şitlan di vê demê de dest pê kirin.
Qeyuman bostanên jinan bi temamî dan sekinandin
Lê hêj çend meh di ser hilbijartinan re derbas bibûn, di 19ê Tebaxa 2019an de cara duyemîn ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyum hat tayînkirin. Di demeke kurt de ji bo Artemêtan û şaredariyên navçeyan ên din jî dîsa polîtîkayên qeyum xistin dewrê. Bi dema qeyûmê duyemîn re, ev modelên bostan û komîn ên xweser ku jinan tê de bi hev re dixebitîn, bi temamî hatin sekinandin. Zeviyên ku ji aliyê şaredariyan ve hatibûn veqetandin paşve hatin girtin an jî dewrî saziyên fermî yên cuda hatin kirin.
‘Bi destê jinan her tişt tê azadkirin’
Şaredariya Artemêtanê bi armanca xurtkirina aboriya jinan û pêşxistina jiyana ekolojîk, piştî çend salan bostanên xwe carseke din vekir û heta niha 3 Bostanên Komîn ên Jinan vekirine.
Endamên Meclîsa Şaredariya Artemêtan Guneş Ogmen Korkmaz û Atiye Şen ji ajansa me re behsa armanca Bostanên Komîn ên Jinan kirin.
Hilberîna jinan

Guneş Ogmen Korkmaz bal kişand ser girîngiya Bostanên Komîn ên Jinan û destnîşan kir ku armanca wan berdewamiya hilberîna jinê ye.
Guneş Ogmen Korkmaz anî ziman ku pergalê hilberîna bi destê jinan tê kirin, ji holê rakiriye û wiha got: “Em jî dibêjin em li vir in, li keda xwe xwedî derdikevin û li ser karê xwe ne. Xebata bostanan di 2025an de li taxa Şamranaltiyê bi 15 jinan dest pê kir. Niha me bostana xwe ya sêyemîn jî vekir. Ewilî bi 15 jinan dest pê kir, lê niha hejmar gihiştiye 50-55 jinan. Me ev xebatên xwe jî bi dirûşma ‘Şaredarî komîn e, komîn şaredarî ye’ kir. Wê siberojê xebatên me zêdetir dibin û keda jinê û xebata wan wê pirtir bê nîşandan.”
Jin ji aliyê aboriyê ve mehkûmî malê hatine kirin

Atiye Şen jî got ku jin taybetî ji aliyê aboriyê ve, ji gelek aliyan ve zehmetiyên mezin dijîn û diyar kir ku bi zarokan û malê ve eleqedar dibin ku mehkûmê malê bûne.
Atiye Şen da zanîn ku lewma jin ji aliyê aboriyê ve jî nikare xwe îdame bike û ev tişt anî ziman: “Her tim ji bo pêdiveyekê, çûyîna cihekî û hwd. çavê jinan li destê zilamî ye. Ji ber van sedeman armanca vekirina van bostanan bidestxistina jinan a boriyê û hilberîna bi hezaran salan a bi destê jinan e.”










