Mûş – Li navçeya Gimgimê berxwedana xelkê herêmê ya li dijî talana ekolojîk û projeya Santrala Jeotermalê (JES) di roja 36an de berdewam dike. Çalakgeran destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin destwerdana li ser xaka pîroz û ragihandin ku mîrateya bav û kalan tenê bi jiyaneke komîn û bi parastina xwezayê dikare rû bide.
Li seranserê Kurdistanê, polîtîkayên talankirina xwezayê û qadên jiyanê bi hincetên wekî ‘enerjî’ û ‘pêşketinê’ berdewam dikin. Li Kurdistanê bi taybetî jî li herêmên Dîcle û Firatê, Geliyê Zapê û Arasê projeyên Santralên Jeotermalê (JES), Santralên Hîdroelektrîkê (HES) û Santralên Enerjiya Rojê (GES) berdewam dikin û xwezaya Kurdistanê bi rîska tunebûnê re rû bi rû ye. Lê belê, li hemberî vê talanê, xelkê herêmê xwedî li ax, av û siberoja xwe derdikeve.
Welatiyên ku li navçeya Gimgim a Mûşê li dijî JESê li ber xwe didin, bal kişandin ser girîngiya jiyana ekolojîk û peyama bilindkirina têkoşînê dan .
‘Pergal dixwaze axa me qirêj bike’
Zeynep Bîngol bal kişand ser parastina xwezaya Gimgimê û destnîşan kir ku ew destûrê nadin talankirina axa xwe.
Zeynep Bîngol diyar kir ku ew naxwazin Gimgim bi destê desthilatdariya qirêj xirab bibe û wiha got: “Gimgim jiyana me, dîroka me û rûmeta me ya herî mezin e. Gimgim bi çiyayên xwe yên xweşik û xwezaya xwe ya mîna bihuştê, her rengî dihewîne. Pergal dixwaze destê xwe yê qirêj biavêje ser axa me û xwezaya me qirêj bike. Lê belê, we heta niha bi ser nexistiye, ji niha û pê de jî hûnê bi ser nekevin. Heta hêza me hebe, em ê ji bo jiyaneke azad û xwezayê li ber xwe bidin. Yan em ê li ser vê axa pîroz bi rûmet bijîn, yan jî em ê heta dawiyê li dijî vê qirkirinê li ber xwe bidin. Em ê jiyana xwe ya komîn, çand û biratiya xwe her dem biparêzin û bidomînin.”
Ji bo piştgirîdayînê ji Almanyayê hatiye
Welatiyê bi navê Qutbedîn Tekîn ê ku ji bo piştgiriyê ji Almanyayê hatiye, girîngiya berxwedanê anî ziman û ev nirxandin kir: “Li vir ji bo siberoj û parastina xaka me têkoşîneke pir birûmet tê meşandin. Dil û giyanê me bi wan re ye. Amadekarî û biryardariya li vir pir bi bandor û erênî ye. Em hatin, me bi çavên xwe dît û em pir kêfxweş bûn. Ji bo piştgiriyê ez ji Almanyayê hatim vir. Banga min ji bo gelê me yê li Ewropayê û li her dera cîhanê ye, bila werin vir û piştgiriya vê berxwedanê bikin. Divê em nehêlin welat û xaka me xirab bibe, da ku siberojeke paqij ji bo zarokên me bimîne.”
‘Em JESê naxwazin’
Welatiyê bi navê Suleyman Gunduz jî derbarê berxwedana li dijî talana xwezayê ya li Gimgimê destnîşan kir ku bi rojan e ew li vir ji bo xwezaya Gimgimê li ber xwe didin. Suleyman Gunduz anî ziman ku şîrketeke Amerîkî dixwaze li vir santrala jeotermalê çêbike û wiha pê de çû: “Lê belê gelê Gimgimê, gundî û hemû mirovên ku li vir dijîn vê projeyê naxwazin. Riza me ji vê re nîn e û em ê destûrê nedin xaka me talan bibe.”
‘Em destûrê nadin’
Welatiyê bi navê Ezîz Oral, bal kişand ser rûxandina ekolojîk a ku ji aliyê şîrketên rantxwer ve tê meşandin û ev tişt got: “Em naxwazin şîrketên kapîtalîst ên sûdewar bên xaka me bertaraf bikin. Ji bo vê yekê em li vir li ber xwe didin. Çavê wan li ser û binê xaka me ye; dixwazin madenên me û jiyana me talan bikin. Em destûrê nadin vê yekê. Em bi salan e li ser vê xakê bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin. Daxwaza me ew e ku ji niha û pê de jî em çand û şêwazê jiyana xwe ya gundewarî, karê xwe yê çandinî û sewalkariyê berdewam bikin.”
‘Berxwedan jiyan e’
Welatî Hatîce Şeker jî destnîşan kir ku divê desthilatdarî destê xwe ji xak û welatê wan bikişîne û wiha got: “Ev axa me, axeke pîroz e. Jiyana me, dîroka me û mîrateya bav û kalên me hemû li ser vê xakê ye. Çandeke me ya kûr heye û ev çand dê heta dawiyê her bibe. Gotinên me, gotinên dîrokî ne, em dibêjin ku berxwedan jiyan e. Em ji vê dîrokê tên û me gelek berxwedan daye. Îro jî di her mijarî de, ji bo xwezaya xwe, ji bo axa xwe, ji bo ava xwe, ji bo daristanên xwe, ji bo pelûpot û çiloyên xwe, ji bo heywan, pez û berxên xwe em li vir in û li ber xwe didin.”














