Îzmîr – DEM Partî ya ku parastina zimanê Kurdî weke “xeta xwe ya sor” pênase dike, di qada dîjîtal de di nav paradoksekê de ye. Digel ku X platforma herî çalak a parlamenterên DEM Partiyê ye jî, ji analîza 5 hezar û 700 twîtên 57 parlamenterên DEM Partiyê dide nîşan ku rêjeya bikaranîna zimanê Kurdî tenê di asta ji sedî 19,10an de maye. Ji her 10 twîtan tenê 2 twît bi Kurdî ne û siyasetmedarên li metropolan hema bêje qet Kurdî bi kar naynin.
Di serdema nû ya ragihandinê de, platforma Xê (Twitter) êdî ne tenê toreke civakî ye; ew bûye qadeke mezin a dîplomasiya dîjîtal, navenda şerê psîkolojîk û ramanî û laboratûvara ku rojeva siyasî ya cîhanê û Tirkiye û Kurdistanê tê de tê sêwirandin. Ji hilbijartinên Amerîkayê heta serhildanên Rojhilata Navîn, ji biryarên qesran heta şerên hîbrîd. Lewra X, weke yek ji eniyên polîtîk ên sereke tê dîtin.
Di çarçoveyeke ku medyaya konvansiyonel di bin kontrola giran a dewletê de ye û deriyên televizyonan li dengên alternatîf hatine girtin, X ji bo hiyerarşiya siyasî bûye “Meydana Mîtîngên Dîjîtal.” Ji namzedên serokkomariyê heta parlamenteran, hemû aktorên polîtîk biryar, îstifa, manîfesto û polîtîkayên xwe yên krîtîk pêşî gelek caran li ser X radigihînîn û dimeşînin. Bi rêya algorîtmayên Trend Topic (TT), di nav çend deqeyan de qedera nîqaşên neteweyî li ser vê platformê tê guhertin û ev yek rasterast rojeva meclîsên mezin dîzayn dike. Yanî êdî gelek caran bikaranîna Xê li Tirkiye û Kurdistanê di qada siyasetê de weke mecbûriyetekê tê dîtin.
Her wiha kêm kes ne di nav de, gelek parlamenterên DEM Partiyê jî bi girîngiya Xê baş dizanin û vê qada dîjîtal bi awayekî pir çalak, rojane û profesyonel bi kar tînin. Ji bo gihandina daxwazên hilbijêran, parvekirina çalakiyên polîtîk û bersivdayîna rojevê, ev platform veguheriye amûra wan a sereke ya refleksê. Lê belê, dema ku mijar dibe zimanê ku di vê ragihandinê de tê bikaranîn, tabloyeke balkêş dertê pêşberî me.
Ji 5 twîtan tenê yek bi Kurdî ye
DEM Partî ya ku li qadan û di bernameya xwe ya polîtîk de parastina zimanê Kurdî û têkoşîna li dijî asîmilasyonê weke “xeta xwe ya sor” destnîşan dike, gelo di vê eniya dîjîtal a krîtîk de çiqasî xwedî li zimanê Kurdî derdikeve? Dema mirov bi nêzikatiyeke nûçegihaniya daneyan li ser vê qada şerê dîjîtal hûr dibe, encamek balkêş derdikeve holê. Di encama analîza yek bi yek a 5 hezar û 700 twîtên ku ji 100 twîtên herî dawî ên 57 parlamenterên DEM Partiyê pêk tê, di warê Kurdî de bêdengiyeke dîjîtal derdikeve pêş.
Ji 5 hezar û 700 twîtên herî dawî , tenê hezar û 89 twît bi Kurdî ne. Ev dane îspat dike ku rêjeya giştî ya bikaranîna zimanê Kurdî di asta %19,10 de maye. Yanî di qada ragihandinê ya herî bi bandor a siyasetmedarên Kurd de, ji her 10 twîtan kêmtirî 2 twîtan bi Kurdî ne û yên din hemû bi Tirkî ne.
Analîza daneyan
Li gorî van daneyan, belkî di warê helwesta kesane ya parlamenteran de her tişt rasterast dernakeve holê, lê di raya giştî de fikreke pirr zelal ava dike. X, ji hêleke ve medyaya şexsî ya parlamenteran e. Yanî sansûreke zêde ya burokrasiyê li wir nîn e, weke li Meclîsa Tirkiyeyê rasterast dengên wan nayê birîn. Ev neynika şexsî yanî profîlên wan ên Xê di warê polîtîkaya ziman a DEM Partiyê de 6 tespîtên pirr krîtîk datîne ber çavan.
Ew 6 tespît bi vî rengî ne:
1 – Pragmatîzma medyayî
Parlamenter dema ku twîtên xwe bi Tirkî dinivisînin, bi hişmendiyeke pragmatîk tevdigerin. Armanc wan ew e ku bi temamî bikaribin bigihîjin raya giştî ya Tirkiyeyê da ku dengê wan di rojeva giştî de qewîtir be. Lê belê, ev pragmatîzma demkurt dibe sedem ku bîra dîjîtal a demdirêj a zimanê Kurdî li ser înternetê qels bibe.
2 – Kurdî weke ‘zimanê herêmî’ tê dîtin
Daneyên lêkolînê nîşan didin ku parastina ziman tenê dîmîne li ser milê çend parlamenterên û ev yek nîşan dide ku Kurdî hîn jî di hişê aktorên polîtîk de weke zimanekî navendî yê siyasetê nayê sêwirandin.
3 – Krîza metropolan
Li bajarên mezin ên mîna Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ku bi mîlyonan Kurd lê dijîn û di bin xetereya herî giran a windabûna nasnameyê de ne, rêjeya Kurdî ya parlamenteran di navbera %0 heta %2 de ye û ev tablo weke krîzekê nayê dîtin.
4 – Kurdiya ji bo kesên din: Refleksa retweetê
Di gelek hesaban de bikaranîna Kurdî ne weke hilberîna hişî û xwerû dertê pêş. Siyasetmedar dema ku di medyaya xwe ya şexsî de bi xwe re dimîne, bi Kurdî naafirîne. Tenê daxuyaniyên amade yên saziyan, şaredariyan an jî navenda partiyê parve dike. Ev rewş nîşan dide ku Kurdî ji bo wan ne amûreke refleksê ya “xwezayî” ye, mecbûriyeke “burokratîk” e ku tenê ji bo dagirtina kotayê tê bikaranîn.
5 – Kurdiya sembolîk û folklorîk
Di parvekirinên kêm ên bi Kurdî de naverok tenê di asteke sembolîk de dimîne; sersaxî, pîrozbahiya cejnan û pîrozkirina rojên taybet. Dema ku mijar dibe analîzên kûr ên aborî, hiqûqî, polîtîkayên navneteweyî û teoriyên siyasî, ziman rasterast diguhere û dibe Tirkî. Ev yek rê li ber geşedana Kurdî ya di qada raman û akademiyê de digire.
6 – Ji bo nifşên nû modeliyek şaş
Tora Xê, laboratûvara ku ciwanên Kurd ên polîtîk herî zêde lê dinêrin e. Ciwaneke ku dibîne pêşengên wî/ê yên siyasî û parlamenterên ku wekî model hildibijêre di jiyana xwe ya profesyonel de bi piranî Tirkî bi kar tînin, di hişê wî/wê de ev fikir çêdibe; “Siyaseta giran, raman û entelektulîzm tenê bi Tirkî pêkan e.” Ev rewş asîmilasyonê di hişê nifşên nû de normalîze û rewa dike.
Encam
Ev lêkolîna li ser bingeha daneyan, nîqaşên derbarê “hevsengiya navbera gotarên polîtîk û pratîka rojane” ya siyasetmedarên Kurd careke din derxist holê. Ev dane îspat dikin ku di nav DEM Partiyê de, di qadeke azad û şexsî ya medyaya civakî de, Kurdî di asteke pirr kêm û sembolîk de maye.
Ev rewşa xemsarî, asîmîlebûna hişî û qutbûna ji pratîka polîtîk a ziman pirr zelal radixe ber çavan. Partiyeke ku li dijî sîstemekê şerê “Zimanê Zikmakî” dike, dema ku tê ser qada xwe ya şexsî (X), zimanê Tirkî tercîh dike.
Omer Ocalan herî zêde twîtan bi Kurdî parve kiriye
Di nav lîsteya parlamenteran de çend nav hene ku berevajî herka giştî ya partiyê, parastina ziman ji qadan birine ser medyaya xwe ya şexsî û bîra dîjîtal a Kurdî zindî hiştine. Ev parlamenter sînorê ji sedî 50î derbas kirine û wekî fîgurên herî çalak ên ziman derketine pêş.
Ew parlamenter ev in:
* Omer Ocalan (Riha – 70 Twît): Di nav hemû parlamenteran de xwediyê rêjeya herî bilind e. Ji 100 twîtên xwe 70 twît bi Kurdî parve kirine û nîşan daye ku Kurdî dikare bibe zimanê sereke yê polîtîkayê.
* Çîgdem Kiliçgun Uçar Hevseroka Giştî ya DBPê (Parlamentera Stenbolê – 69 Twît): Di nav bajarên mezin û metropolan de îstisnaya herî mezin e.
* Keskîn Bayindir Hevserokê Giştî yê DBPê (Parlamenterê Êlihê – 66 twît): Kurdî kiriye navenda refleksên xwe yên dîjîtal.
* Kamuran Tanhan (Parlamenterê Mêrdînê – 57 twît), Berdan Ozturk (Parlamenterê Amedê – 56 twît), Gulcan Kaçmaz Sayyigît (Parlamentera Wanê – 55 twît) û Bêrîtan Guneş Altin (Parlamentera Mêrdînê – 52 twît).
Li jêr, daneyên twîtên bi Kurdî yên 57 parlamenterên DEM Partiyê hatine rêzkirin. Ka em binêrin ji 100 twîtên wan herî dawî çend heb bi Kurdî ne:
EDENE
Tulay Hatimogûllari: 6
AGIRÎ
Sirri Sakik: 4
Nejla Demîr: 20
Heval Bozdag: 4
ANTALYA
Hakki Sarûhan Olûç: 6
ÊLIH
Keskîn Bayindir: 66
Zeynep Odûncû Kutevî: 22
Mehmet Ruştu Tiryakî: 5 (Tenê ji bo Rtweetan bikar tîne, ev daneyên Rtweetên bi Kurdî ne)
ÇEWLIG
Omer Faruk Hulaku: 4
BEDLÎS
Huseyin Olan: 20
Semra Çaglar Gokalp: 46
AMED
Berdan Ozturk: 56
Halîde Turkoglû: 9
Cengîz Çandar: 2
Adalet Kaya: 28
Serhat Eren: 13
Sevîlay Çelenk Ozen: 3
Mehmet Kamaç: 32
Ceylan Akça: 24
ERZIROM
Meral Daniş Beştaş: 3
COLEMÊRG
Vezîr Çoşkûn Parlak: 13
Oznûr Bartin: 11
Onûr Duşunmez: 15
ÎDIR
Yilmaz Hûn: 13
STENBOL
Kezîban Konûkçû: 0
Cengîz Çîçek: Hesabê wî tine
Çigdem Kiliçgun Ûçar: 69
Ozgul Sakî: 1
Çîçek Otlû: 1 (Zêde ne çalak e)
Celal Firat: 1
ÎZMÎR
Bûrcûgul Çûbûk: 2 (Tenê ji bo Rtweetan bikar tîne, ev daneyên Rtweetên bi Kurdî ne)
Îbrahîm Akin: 0
QERS
Gulistan Kiliç Koçyîgît: 1
KOCAELÎ
Omer Farûk Gergerlîoglû: 0
MÊRDÎN
Salîha Aydenîz: 30
Kamûran Tanhan: 57
Berîtan Guneş Altin: 52
George Aslan: 3
MERSÎN
Alî Bozan: 6
Perîhan Koca: 1
MÛŞ
Sezaî Temellî: 2
Sumeyye Boz: 16
SÊRT
Tûncer Bakirhan: 24
Sabahat Erdogan Saritaş: 36
RIHA
Mîthat Sancar: 12 (Tenê ji bo Rtweetan bikar tîne, ev daneyên Rtweetên bi Kurdî ne)
Omer Ocalan: 70
Dilan Kûnt Ayan: 2
Ferît Şenyaşar: 2
ŞIRNEX
Nevroz Ûysal Aslan: 30
Mehmet Zekî Îrmez: 50
Ayşegul Dogan: 13 (Tenê ji bo Rtweetan bikar tîne, ev daneyên Rtweetên bi Kurdî ne)
DÊRSIM
Ayten Kordû: 10
WAN
Pervîn Bûldan: 5
Zulkuf Ûçar: 34
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: 55
Sînan Çîftyurek: 16
Gulderen Varli: 45
Mahmût Dîndar: 18













