Li Komeleya zimanê Kurdî ya ARÎ-DERê ya Êlihê û Komeleya BOTAN-DERê ya Sêrtê serlêdanên kursên zimanê Kurdî dest pê kirin.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) a Êlihê di ku sala 2018an de hatiye vekirin û ji wê demê ve bê navber dersên zimanê Kurdî bi rêk û pêk dide, serlêdanên kursên zimanê Kurdî dan destpêkirin. Kurs wê heta sê mehan bidomin. Dersên ku dê bi zaravayê kurmancî yê zimanê Kurdî bên dayîn dê ji asta destpêkê heta ya sêyemîn pêk werin. Kesên ku dixwazin hînî Kurdî bibin, ji aliyê rastnivîs û rêzimanî ve Kurdiya xwe bi pêş ve bibin dikarin serî li van kursan bidin. Dêrs dê hem li saziyê bi awayekî rû bi rû bên dayîn hem jî wê online bên dayîn.
Sêrt
Komeleya Çand Hunerê ya Zimanê Kurdî ya Botanê (BOTAN-DER) a Sêrtê ku di sala 2022yan de hatiye vekirin bênavber kar û xebatên xwe yên şano, muzîk û dersên zimanê Kurdî didomîne. BOTAN-DERê jî serlêdanên ji bo qeydên kursên çand, huner û zimanê Kurdî dan destpêkirin û serlêdan dê heta hefteyekê bidomin. Dê li komeleyê di asta destpêk, yekemîn û duyemîn ders bên dayîn. Li BOTAN-DERê ji bilî dersên zimanê Kurdî dersên keman, gîtar, tembûr, erbane, def û bilûrê jî tên dayîn.













