Wan – Dikandar Rifat Dûman ku perdeyan çêdike û difiroşe, tabela û hişyariyên dikana xwe bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Rifat Dûman ku behsa giringiya ziman kir û da zanîn ku divê daliqandina tabelaya bi Kurdî ecêb neyê dîtin û got: “Divê zimanê aborî û bazirganiyê jî bibê zimanê Kurdî.”
Di demên dawî de li Wanê daliqandina tabelayên Kurdî li ser dikanan li pêş dikevin. Dikandarên bajêr navên Kurdî li dikanên xwe dikin û bi Kurdî jî dinivîsin. Ev yek roj bi roj di nava dikandaran de zêde dibe. Dikandarê bi navê Rifat Dûman ku perdeyan çêdike û difiroşe, tabela û hişyariyên Kurdî li dikana xwe de bi kar tîne. Rifat Dûman bang li dikandarên dike û dixwaze li herêmê zimanê bazirganiyê bibe zimanê Kurdî.
‘Divê nivîsandina bi Kurdî tiştekî ji rêzê be’
Rifat Dûman bal kişand ser qedîmbûna zimanê Kurdî got ku divê Kurd li zimanê xwe xwedî derbikevin. Rifat Dûman anî ziman ku nivîsandina tabelayên Kurdî divê nebalkêş be, ji rêzê be û wiha got: “Ez ev 5 sal in vî karê dikim. Karê me li ser tekstîla malan e. Perde, newresîm balgeh, rûbalgeh, mînder hwd ku di malan de tên bikaranîn difiroşin. Kurdî zimanê miletê ku li ser vê axê dijî ye. Em 2 hezar 3 hezar sal in ku dibe zêdetir jî be, li ser vê axê dijîn. Divê ev pêngava me avêtî nebe tiştekî balkêş, tiştek ecêb. Divê nivîsandina Kurdî tiştekî ji rêzê, asayî be. Armanc û peyama me ya esasî zimanê me ye.”
‘Zimanê me divê di aboriyê de ji bê bikaranîn’
Rifat Dûman destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî di aboriyê de ji bê bikaranin û ev yek anî ziman: “Kesek dema karê xwe dike, li gor muşteriyên xwe tevdigere. Em niha dibînin ku axaftina bi Kurdî gelek kêm e. Esnafên me jî haj Zimanê xwe ninin. Dive ku esnaf jî, kesên bazirganiyê dikin jî zimanê xwe ji bîr nekin. Bandora tabela ye me gelekî li ser muşteriyan heye, milet ji ber ku heta niha kêm ditiye, gelek pê kêfxweş dibe. Divê em ne tenê di qada aboriyê de, di her qadê de xwedî li zimanê xwe derbikevin.”













