Li zozanên gundê Çemheskê yê navçeya Elkê leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir û şivanek birîndar bû.
Koçerên ku ji navçeya Hezexê ya Şirnexê dema dixwestin biçin zozanên gundê Çemheskê ku ji gundiyan kirê kirine rastî êrişa leşkerên qereqola gundê Kitêrê yê Elkê û cerdevanan hatin. Serê sibehê dema koçer bi keriyên pezê xwe ve ber bi zozanan ve diçûn, leşker û cerdevanê bi navê Fahrî Ozdemîr pêşiya şivanan girt û êrişî şivanan kir. Di encama êrişê de şivanek birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine bidestxistin; şêniyên gundê Çemheskê zozanên gund hemû kirê dane koçeran lê cerdevanê berê Kokel Ozdemîr ev yek qebûl nekiriye û dixwaze zozanan ew bide kirê û ji ber vê yekê leşker û kurê xwe yê cerdevan Fahrî Ozdemîr şandiye pêşiya keriyên pez ên koçeran.
Koçerên ku ji aliyê leşker û cerdevanan tên astengkirin li bendê ne ku gundiyên Çemheskê piragirêka wan çareser bikin.
















