Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji ber şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê û Ûgandayê ‘Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî’ ragihand. Rêxistinê hişyarî da ku dibe ku şewb ji ya tê zanîn gelekî mezintir be.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî şewba Ebolayê ya li welatên parzemîna Afrîkayê derketiye, hişyariyeke lezgîn a gerdûnî weşand. WHOyê li ser hesabê xwe yê fermî daxuyaniyek da û ragihand ku şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê û Ûgandayê, êdî wekî Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî hatiye îlankirin.
Dibe asta têgera şewbê ji texmînan mezintir be
Rêxistinê, bang li hemû saziyên tenduristiyê û civaka navneteweyî kir ku li hemberî vîrusê hişyar bin û destnîşan kir ku metirsiya belavbûna nexweşiyê li herêmên din di asteke bilind de ye. Di daxuyaniyê de xetereya rasteqîn a şewbê hate destnîşan kirin û ev agahî hate dayîn: “Îhtîmaleke pir mezin heye ku şewba Ebolayê ya heyî, ji wê asta ku heta niha hatiye tespîtkirin gelekî mezintir û berfirehtir be.”
Bi îlankirina vê rewşa awarte re, tê payîn ku tedbîrên gerdûnî yên li dijî belavbûna vîrusê bên xurtkirin.











