Emniyeta Şemrexê derbarê Şeyhmûs û keça wî Dîren Temel de ji ber stranên di Newrozê de gotine lêpirsîn da destpêkirin.
Midûriyeta Polîsan a navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bi hinceta, ‘di 18ê adarê de stranên Newrozê gotine derbarê Şeyhmûs Temel û keça wî ya 15 salî Dîren Temel de lêpirsîn da destpêkirin. Li ser daxwaza Midûriyeta Polîsan a Şemrexê bav û keç ên ku li Dêrikê dijîn çûn Şemrexê. Îfadeya Şeyhmûs Temel li Midûriyeta Polîsan a Şemrexê û îfadeya Dîren Temel (15) li Dozgeriya Mêrdînê hat stendin.
Hat zanîn ku stranên Şeyhmûs Temel û Dîren Temel gotine weke sûc hatine nîşandan û piştî îfadeyan bav û keç hatin berdan.













