“Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” ya bi sê zimanan wekî yekemîn ferhenga çapkirî ya berfireh a vê qadê ji li ber destê xwîneran e û ev xebat xwe dispêre xebatên kovara “Psychology Kurdî” ku ji sala 2016an ve derdikeve.
Zimanê Kurdî di warê zanistê de gihîşt merheleyeke nû. “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” ya bi sê zimanan wekî yekemîn ferhenga çapkirî ya berfireh a vê qadê ji aliyê Weşanên Avestayê ve derket. Ferhenga li ber destê we, xwe dispêre xebatên kovara “Psychology Kurdî” ku ji sala 2016an ve derdikeve.
Edîtoriya vê berhema girîng ji aliyê Ramazan Pertev û Necat Keskin ve hat kirin. Ferheng bi xebata kolektîf a koma amadekar Abdulsitar Ozmen, Siyabend Aslan, Abdulsamet Dogan, Gulperî Gunduz, Leyla Turhan û Azad Dildar çap bû. Kesên ku di amadekariyê de cih girtin ji bo ku halê dawî yê ferhengê teşe bikin sala dawî 12 civîn pêk anîn û bo gelek kesan şandin.
Bi alîkariya akademîsyenên mîna Mîkaîl Bulbul, Naîf Ergun û pisporên têkildarî qadê Bîlal Oztunç, Mujde Keskîn, Enver Îlerî û Osman Mehmed gihîşt vê astê. Herçiqasî ne di koma amadekariyê de bin jî Kenan Ormek heya hejmara 16an, Mehmet Alî Erol jî heya hejmara 12an di edîtoryaya kovarê de bûn.
Taybetmendiya herî girîng a ferhengê ew e ku ji sê beşan pêk tê: Kurdî-Îngilîzî-Tirkî, Îngilîzî-Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî-Îngilîzî. Ev pergal dike ku lêkolîner, nivîskar, wergêr û xwîner bi hêsanî bigihîjin têgihan. Armanca sereke ew e ku bingeha “dibistana derûnnasiyê ya bi Kurdî” bê danîn û êşa derûnî bi zimanê dayikê bê îfadekirin. Ev xebata ku encama tecrûbeya deh salan e, ji bo hemû xebatkarên qada zanistên civakî jî wekî çavkaniyeke sereke dê cihê xwe bigire.
Xwîner dikarin vê ferhengê ji malpera Avestayê û ji malperên dîtir ên pirtikfiroşan peyda bikin.








