• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pêwîstî bi helwesta neteweyî û stratejiya hevpar heye’

Navenda Nûçeyan

14 HEZÎRAN 2026 - 11:55
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Piştî Civata Giştî ya KNKê gelek siyasetmedaran biryarên hatine dayîn nirxandin û destnîşan kirin ku ji bo parastina destketiyên gelê Kurd divê helwesta neteweyî, konferansa neteweyî û stratejiya hevpar were pêşxistin.

6-7ê Hezîranê li bajarê Venlo yê Hollandayê 24emîn Civata Giştî ya KNKê hat lidarxistin ku du rojan dom kir. Siyasetmedarên Kurd biryarên di civînê de hatine dayîn dinirxînin.

Siyasetmedarên Kurd ên ji ANFê re axivîn, destnîşan kirin ku li hemberî geşedanên li Rojhilata Navîn helwesta neteweyî ya hevpar pêwîst e.

Stratejiya hevpar neçarî ye

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan diyar kir ku di van rojên dîrokî de hêzên navneteweyî pozîsyonên nû diyar kirine û wiha got: “Li Rojhilata Navîn û cîhanê guhertinên girîng çêdibin. Hêzên kûrewî li Rojhilata Navîn dewletên otorîter û navendî li ser esasê berjewendiyên xwe polîtîka dimeşînin. Ev polîtîka jî li hemberî gelê Kurd xeteriyên cidî di nava xwe de dihewîne. Ev geşedan ferz dikin ku êdî siyaseta Kurd bibe yek, hemû aktorên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê û beşên civakî di kongreyeke neteweyî de werin ba hev.”

Ji bo konferansa neteweyî ne dereng e

Siyasetmedar Demîr Çelîk jî destnîşan kir ku divê êdî stratejî û polîtîkayên ku yekitiya neteweyî esas digire were pêşxistin û ev tişt anî ziman: “Îro ne tenê dema axaftina yekitiyê ye, dema avêtina gavên şênber û bicihanîna biryarên ji bo vê yekitiyê ye.”

Misogeriya destkeftiyan yekitiya neteweyî ye

Siyasetmedar Huseyîn Yilmaz jî ragihand ku heta yekitiya Kurdan çênebe tu garantiya destkeftiyên gelê Kurd nîn e û ev nirxandin kir: “Îro em di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibin. Rojava di bin xeteriyê de ye, Başûr di bin xeteriyê de ye. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî xeterî heye ku pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin, were sabotekirin. Lewma ji bo parastina hemû destkeftiyên gelê Kurd, pir girîng e ku Kurd yekitiya xwe ya neteweyî çêbikin. Rojhilata Navîn jinûve şêwe digire û hêzên desthilatdar hewl didin herêmê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Sekneke Kurdan a bi parçe, tiştek bi Kurdan nade qezenckirin. Divê her kes bi ferq û cudahiyên xwe di nava vê yekitiya neteweyî de cih bigire.”

Etîket: Demîr ÇelîkHuseyîn YilmazKonferansa NeteweyîLezgîn Botanyekitiya neteweyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

KNK di roja duyemîn de Konferansa Neteweyî nîqaş dike

7 HEZÎRAN 2026
Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

7 HEZÎRAN 2026
Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

30 GULAN 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

27 ADAR 2026
KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

KNK: Em ê hewl bidin konferansek berfireh li dar bixin

25 ADAR 2026
Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

23 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekargolu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (397)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne