Şandeyeke Qatarê ji bo mûzakereyên di navbera DYA û Îranê de gihîşt Tehranê. Tê payîn peymana agirbestê îro bê îmzekirin.
Pêvajoya dîplomatîk a ji bo bidawîkirina şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê di qonaxa dawî de ye. Şandeyeke Qeterê ji bo çareserkirina nakokiyan û temamkirina peymanê, gihîşt paytexta Îranê Tehranê.
Ji 14 xalan pêk tê
Li gorî agahiyan pêşnûmeya peymanê ji 14 xalan pêk tê. Di nava şertan de; rawestandina şer, rakirina ambargoyên petrolê, vekirina Tengava Hurmizê û serbestberdana pereyên Îranê yên desteserkirî hene. Mûzakereyên nûkleerî jî wê bo piştî şer bên paşxistin.
Divê îro îmze bên avêtin
Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku peyman wê îro (14ê Hezîranê) bê îmzekirin. Lê çavkaniyên Îranê radigihînin ku nirxandinên wan hêj didomin. Tê payîn peyman heta dawiya rojê li ser alavên elektronîk bê erêkirin.













