Dadgeha Şoreşa Îslamî û Sûc a rejîma Îranê 6 sal ceza û 70 qemçî li hunermendê Kurd Mehdî Pakmêhir birî.
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê têkildarî cezakirina xwepêşandarên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê agahî parve kir.
Li gorî torê, Dadgeha Şoreşa Îslamî û Sûc a rejîma Îranê 6 sal ceza û 70 qemcî li hunermendê Kurd Mehdî Pakmêhir ê ji Bucnûrdê birî.
Mehdî Pakmêhir 9ê çileya 2026an ji aliyê hêzên çekdar ên ser bi rejîma Îranê ve ji lingê xwe bi guleyê birîndar bûbû û li bajarê Bocnûrdê hatibû binçavkirin û biribûn girtîgehê. Nêzî 2 mehan bêyî ku bê dermankirin hatibû ragirtin, piştre bi dayîna 6 milyar tumen pereyê Îranê bi demkî hatibû berdan.













