Pêkhateyên TEV-KOMê yên Katîp Kurdî, Ege Kurdî, ÎDU Kurdî û 9 Eylul Kurdî, li ber Zanîngeha Katîp Çelebî daxuyaniyek dan û diyar kirin ku êrîşên li ser xwendekarên Kurd encama polîtîkayên nefretê ne.
Pêkhateyên TEV-KOMê Katîp Kurdî, Ege Kurdî, ÎDU Kurdî û 9 Eylul Kurdî ên komên zanîngehan a çand û ziman li ber Zanîngeha Katîp Çelebî, li hemberî êrişên li xwendekarên Kurd pêk hatin, daxuyaniyek dan. Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Fatîh Demîrboga ve, daxuyaniya bi Tirkî jî ji aliyê Amare Ceren Tayfur ve hat xwendin. Xwendekaran pankarta bi “Vîna xwendekarên Kurd dê tarîtiya faşîzmê bişkîne” vekirin û dirûşmeya “Xwendekarên Kurd ne tenê ne” berz kirin.
‘Li kampusan avakirina hawirdaora tirsê nayê qebûlkirin’
Fatîh Demîrboga diyar kir ku du xwendekarên Kurd ji ber nasnameya xwe, tam di dema azmûnan de rûbirûyê êrîşên hovane yên derdorên nijadperest bûne û got: “Ev êrîş encama polîtîkayên nefretê û zimanê cihêkar e ku bi zanebûn li dijî ciwanên Kurd tê meşandin. Hewldana astengkirina mafê perwerdehiyê û li kampusan avakirina hawirdora tirsê bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
Fatîh Demîrboga di dawiya daxuyaniyê de bang li rêveberiya Zanîngeha Enqereyê û saziyên hiqûqî kir û got: “Tavilê gavan biavêjin, ewlehiya xwendekaran dabîn bikin û berpirsiyarên êrişê derxin pêşberî dadgehê. Bêdengmayîn tê wateya şirîkatiya vî sûcî.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.














