Wan – Xwedî û xebatkarên weşanxaneyan ku tev li ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bûne, bal kişandin ser rewşa werşangeriya Kurdî û diyar kirin ku hê jî ciwanên Kurd weşanxaneyên Kurdî nizanin û nas nakin.
Li navçeya Tûşbayê ya Wanê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ ya ku îsal cara yekem e ji hêla Şaredariya Tuşbayê ve û bi hevkariya KURDÎWARê tê lidarxistin, dest pê kir. Çalakiya ku îro di roja duyemîn de berdewam dike de gelek wêjekar, nivîskar, çîrokbêj, helbestvan hwd. cih digirin û bi panel û çalakiyên cuda bi rê ve diçe. Çalakî rastî eleqeyeke mezin tê û ji her temenî welatî berê xwe didin standên pirtûkan.
Xwedî û xebatkarên weşanxaneyan derbarê rewşa weşanxaneyan û ziman de axivîn.

Xwediya weşanxaneya Erdayê Leyla Mîhrînaz Engîn ku li Wanê werangeriyê dikin, diyar kir ku wê ev 7 sal in ev weşanxane vekiriye û da zanîn ku dema dibihîzin weşanxaneya wê Kurdî ye û pirtûkên Kurdî çap dike, weke weşanxaneyên Tirkî derfetê nadin wan û wiha got: “Ev çalakiya ku Şaredariya Tûşbayê ji bo me şansekî baş e û çalakiyeke xweş e. Ji bo pêşketina ziman divê mirov bixwîne û binivîse. Welatî gilî dikin ku pirtûkên Kurdî kêm in, lê pirtûkên me yên Kurdî jî hene, lê belê naxwînin. Daxwaza me xwendina pirtûkên Kurdî ye, heke em bixwînin em dê ji hev jî fêm bikin. Mixabin hejmara nivîskarên jin ên ku Kurdî dinivîsin kêm in û sedema wê jî zêdebûna karûbarên jinan, nebûna xwendin û nivîsandina jinan a di civakê de ye. Lêbelê tevî vê bêderfetiyê jin dinivîsin û gelek karên pîroz jî dikin.”
‘Civan hê jî weşanxaneyên Kurdî nizanin’

Xwediyê weşanxaneya Zîlan Akademî Ferxedîn Elîtaş dest nîşan kir ku ew li ser dîroka Kurdan weşangeriyê dikin û ev yek anî ziman: “Gelek taleb li ser dîrokê heye. Lêbelê ev daxwaz û pirtûkên dîrokî û akademîk bi Tirkî ne. Pêwîst e li ser gramera ziman gelek xebat bên kirin. Em jî niha ser zimanê Kurdî radiwestin û me pirtûkên zarokan jî dane çapê û di demekî nêz de derbikevin. Çend pirtûkên akademîk jî hene ku li ser rêbaz û dîroka Kurdan in, dê ew jî bên çapkirin. Gelek ciwanên me hene ku weşanxaneyên kurdî nizanin, daxwazên wan her weşanxaneyên Tirkan in, ev jî pirsgirêk e.”
‘Pêdiviya Kurdî bi standarbûnekê heye’

Xebatkarê weşanxanêya Aramê Delîl Zengeralp jî bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û da zanîn ku rewşa ziman ne baş e.
Delîl Zengeralp anî ziman ku eleqeya ji bo pirtûkên bi Kurdî jî kêm e û wiha got: “Ji ber pergala vî welatî statuyek nedaye Kurdî, eleqe û pêşketin jî kêm e. Pêdiviya Kurdî bi standarbûnekê heye, lewma divê fermiyetek ji bo Kurdî bê avakirin. Divê ev yek ne tenê karê nivîskar û weşanxaneyan be, divê pisporên ziman jî bi vî karî re mijûl bibin. Ji ber ku statu tuneye organîzekirina vî karî û xebatên ji bo Kurdî de problem derdikevin. Li gor vê rewşê jî dîsa eleqeya gel baş e, ne xerab e. Ji ber ku nivîskar nayên nasîn, ev yek li ser eleqeya pirtûkê û kalîteya weşanê jî bandor dike. Divê nivîskar baş bên nasandin.”
Delîl Zengeralp da zanîn ku divê ji bo statuya Kurdî xebat bên meşandin û divê li ser ziman xebat bên kirin û anî ziman ku divê naveroka pirtûkan jî xurttir be û wiha bi dawî kir: “Divê em tenê bi 21ê Sibatê û 15 Gulanê re sînordar nemînin û xebatên baş û bi biryar bimeşînin.”














