Birayê Dayikên Aştiyê Munîbe Koç a çend roj berê jiyana xwe xwe ji dest daye Adem Yilmaz anî ziman ku Munîbe Koç her tim ji bo aştî û azadiyê di nava têkoşînê de bû û got: “Baweriya wê ya aştiyê her tim hebû. Ji xwe û rêxistina xwe bi bawer bû.”
Endama Meclisa Dayikê Aştiyê Munîbe Koç ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşiya ji ber nexweşiya pênceşerê di 14ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Munîbe Koçê di sala 1956an de li gundê Mucucê yê Erdexanê ji dayik bû. Jiyana Munîbe Koçê jî weke her Kurdistaniyekê di nava zext û têkoşînê de derbas bûye. Munîbe Koç zarok û birayê xwe di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de winda kiriyê. Munîbe Koç bi xwe jî jineke têkoşer bû, di sala 1996an de tevlî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bû ji wê rojê heta dawiya emrê xwe ji bo aştiyê dest ji têkoşînê berneda.
Munîbe Koç piştî gelek serpehatiyên têkoşîna aştiyê di serdemeke ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin jiyana xwe ji dest dide. Munîbe Koç ku demekê dirêj e li nexweşxaneyeke li Enqereyê ji ber pênçeşerê dihat dermankirin di 14ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Hevala Munîbe Koçê Berbang Aydin û birayê wê Adem Yilmaz derbarê jiyan û têkoşina wê de axivîn.
‘Têkoşera aştî û azadiye bû’

Berbang Aydin anî ziman ku ew 25 sal in dayika Munîbeyê nas dike û wiha qala wê kir: “Em bi dayika Munîbeyê re weke malbatekê bûn. Ew hem mezina me û hem jî rêhevala me bû. Dema min dayika Munîbeyê nas kir birayê wê tevlî Tevgera Azadiye bibû û piştre kurê wê tevlî bû. Ew bi xwe jî têkoşera aştî û azadiye bû. Di heman demê de jineke kêdkar bû û ji ber ku hevjînê wê her tim ne dixwebitî debara malê jî dikir. Dayika Munîbeyê ji aliyê aborî ve jî jineke li ser pêyan bû. Tengasiya aborî bandor li wê nedikir.”
‘Ji bo aştiye her tim baweriya we hebû’
Berbang Aydin diyar kir ku Munîbe Koç bandor li derdorê xwe jî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika Munîbeyê li Enqereyê koçber bû lê ew her tim nas û dostan re di nav tekiliye de bû. Di nav van nas û dostan de pir dihat hezkirin. Bandoreke mezin li ser me hemûyan dikir. Dayika Munîbe her tim di nav çalakî, xebat û tevgerê de bû. Jiyana wê zêdetir di nav têkoşîna azadiyê de derbas bû. Ji ber tevlîbûna kurê xwe serfiraz bû. Pir ji kurê hez dikir. Car caran em bê hevî dibûn. Lê dayika Munibe her tim bi hevî bû. Ji me re her tim digot; ‘Dê aştiyek çêbibe û zarokên me vegerîn. Em ê ji wan re cardin bên cem hev.’ Ji bo aştiye her tim baweriya wê hebû. Di van demê dawî de nexweşiyeke giran lê peyda bibû, dermanên giran bikar dianî lê dîsa jî qet bê hevî nebû.”
‘Ji hemû malbatê re bû dayik’
Birayê Munîbe Koçê Adem Yilmaz jî bi lêv kir ku xwîşka wî Munîbe Koç ji ber zextên dewletê û koçberiyê gelek êş kişandine û ev tişt anîn ziman: “Em malbateke welatparêz in. Di malbata me de kesên tevlî rêxistinê bûnê jî hene. Her wiha şehîdên me jî çêbûn. Ji ber wê jî têkoşînê bandor li ser endamên malbatê jî kir. Piştî mirina dayika me, barê li ser milê xwişka Munîbeyê giran bû û we ji me re hem xwişktî û hem ji dayiktî kir. Ji hemû malbatê re bû dayik. Di salên 1980an de ji ber neçarî û zextên siyasî û civakî koçî Enqereyê kir. Di nava koçberiyê de jiyaneke têkoşer ava kir. Ew dayika 2 kêçan û lawikekê bû. Kurê we ji rêxistinê bandor bû û tevlî refên şoreşê bû. Piştî demekê jî şehîd ket.”
‘Tucarî ji paş ve gav neavet’
Adem Yilmaz destnîşan kir ku Munîbe Koç piştî koçberiya li Enqereyê jî gelek caran bi zext û tundiyan re rû bi rû ma ye û wiha axivî: “Gelek caran hat binçevkirin, gelek zext û zordarî dît. Tu car ji paş ve gav neavet. Dayikeke ji aliyê hestên welatperezî ve xurt bû. Hem ji aliyê aboriyê ve û hem jî ji aliyê zext û tundiyan ve gelek zahmetî kişand. Lê li vir gelek kes nas kir û ji wan rêhevaltî kir. Di nav xebatên Dayikên Aştiye de her tim cih digirt. Bi ked, moral û coşeke mezin di nav xebatên Dayikên Aştiyê de cih girt. Dayikeke bêhempa bû. Wate dida gelek tiştan û şiroveyên bi aqilanê dikir.”

‘Şehadeta kurê wê heviyên wê jî di dil de hişt’
Di dawiya axaftina xwe de Adem Yilmaz da zanîn ku Munîbe Koç 2 sal in ji nexweşiya pênçeşerê re têdikoşiyayê û axaftina xwe wiha qedand: “Nexweşiya pênçeşerê lê peyda bû û ew nêzî du salin bi vê nexweşiyê re têkoşiya. Di van demên dawî de ber bi baş bûnê vê jî diçû lê piştî şehadeta kurê xwe nexweşiya we girantir bû. Heviya wê hebû ku kurê wê vegere. Ji ber wê jî ji bo vegera kurê xwe hêz digirt. Lê piştî şehadeta kurê xwe bihîst, heviyên wê jî di dil de ma. Ji bo wê jî xwest xwe bigihînê kurê xwe. Baweriya wê ya aştiyê her tim hebû. Ji xwe û rêxistina xwe bawer bû. Endema Dayikên Aştiye bû û hatina Dayikên Aştiye ji bo serdane ji me re bû serfiraziyek. Em Dayikên Aştiye û hemû gelê Kurd re sersaxiye dixwazin.”













