Di çarçoveya ‘1emîn Hevdîtinên Peyasê’ de ku li 26 tax û gundên navendê bi beşdariya berfireh têne organîzekirin, vê carê gundê Qatiyê mazûvaniya hevdîtinê kir.
1emîn Hevdîtinên Peyasê ku ji hêla Şaredariya Peyasê ya Amedê ve hatiye destpêkirin bênavber didome. Hevdîtinên ku li 26 tax û gundên navendê bi beşdariya berfireh têne organîzekirin, vê carê gundiyên Qatiyê mazûvaniya hevdîtinê berdewam kir.
Di hevdîtina li gundê Qatiyê de, Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamên Meclisa Şaredariyê û alîkarên hevşaredaran jî amade bûn. Di bernameyê de ji bo zarokan lîstik û çalakiyên cihêreng, ji bo jinan atolyeya boyaxkirina textikan, kontrolên giştî yên tenduristiyê û xizmeta lênihêrtina şexsî ji bo hemû welatiyan hatin pêşkêşkirin. Her wiha lîstika gelêrî ya kurdewarî ya bi navê ‘Devê Gur’ jî hat lîstin û kêfxweşiyê xwe gihand hemû niştecîhên gundê Qatiyê.
Armanca Hevdîtinên Peyasê ya 1emîn ew e ku li her tax û gundan li daxwaz û pêşniyarên gel were guhdarîkirin, hestên parvekirin, hevhembêzkirin û hevgirtinê xurt bikin, jiyana hevpar pêş bixin û çanda çareseriyên hevbeş mezin bikin.
Bernameya hevdîtinan wê di demsala havînê de li tax û gundên din ên navçeya Peyasê bidome.












