Hunermend Bermal Çem ji bo bîranîna gerîlaya şehîd Ararat Zerzan bi navê ‘Evîna Ararat’ stran û klîbeke nû amade kir.
Hunermend Bermal Çem a ku ji çîroka trajîk a Ararat Zerzan bandor bû, hestên xwe kir helbest û bi hevkariya Memo Gul û Mazlûm Rewşen stranek amade kir.
Gerîlaya şehîd Ararat Zerzan a ku ji zaroktiya xwe ve her tim ji baranê hez kiriye dema baran bariyaye tim derketiye derve ber baranê û ew hembêz kiriye. Ararat a ku piştî gerîla bûye jî ev kevneşopiya xwe dewam kiriye lê mixabin di 1ê Îlona 2020î de dema dîsa derketiye ber baranê bi lêdana birûskê li çiyayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.
Bermal Çem ji bo vê strana ku çêkiriye klîbek jî amade kiriye. Klîba ku ji aliyê Art Records Produksiyonê ve hatiye çêkirin bi derhêneriya Tarik Demîr hatiye kişandin. Klîp di qenala YouTube ya Art Records de hat weşandin.










