Wan – Welatî û mamosteyên ku serdana “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” kirine, bang kirin ku çalakiyên bi vî rengî yên çandî û zimanî werin zêdekirin û gotin: “Pêşxistina Kurdî barê me hemûyan e.”
Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê ku îsal cara yekem bi hevkariya Şaredariya Tûşbayê û KURDÎWARê pêk tê, di roja 3yemîn de bi eleqeyeke mezin berdewam dike. Di rojên pirtûkan de panel û bernameyên cuda tên lidarxistin, gelek nivîskar û helbestvan jî tev li van panel û bernameyan dibin.
Welatî û mamosteyên ku berê xwe dan standên pirtûkan, têkildarî li darxistina rojên pirtûkan, eleqeya ji bo ziman û bernameyan axivîn.
‘Ji xwendinê netirsin’
Welatî û çêkerê naverokên medyaya dîjîtal Resul Sonmez (Bafeyî) dilxweşiya xwe ya ji bo çalakî û fûarên pirtûkan ên şaredariyan anî ziman û got: “Wellehî gava şaredariyên me bernameyên bi vî rengî, fûarên pirtûkan an jî konsertan ji bo ziman çêdikin, gelek kêfa min tê. Wekî xortekî kurd, heta ji min tê ez tev li dibim, behs dikim û ji derdora xwe re dibêjim. Mixabin di nav gel de asta xwendina kurdî hinekî kêm e. Gotineke rast a nivîskarekî heye ku dibêje; ‘nivîskarên me ji xwendevanên me zêdetir in.’ Ev yek piçekî rast e, miletê me ji xwendin û nivîsandina kurdî hinekî ditirse. Bila netirsin û bixwînin. Hîn jî hinek mirov hene ku nizanin pirtûkên kurdî hene. Carna gava ez parve dikim, dipirsin ‘te ev ji ku anî?’ Lê belê li derdora me weşanxane hene, li ser înternetê û li gelek cihan pirtûk hene; tenê divê mirov netirse û bixwîne.”
‘Pêşxistina ziman barê me hemûyan e’
Resul Sonmez destnîşan kir ku pêşketina ziman bi axaftin û perwerdehiyê dest pê dike û wiha pê de çû: “Ev yek piçekî bar dide ser milê şaredariyan, ser milê me û ser milê her gel. Li gorî fikra min, kî ji me destê xwe bixe bin kevir, wê xwendin jî, firotina pirtûkan jî, zimanê kolanê yê kurdî yê ku berê pêşketî bû û niha hinekî li paş maye, pêş bikeve. Ev kêmasî tenê ne ya şaredariyan e, ya me hemûyan e, ya mala min e, ya mala te ye, ya bira û pismamên me ye. Gava ku me hemûyan bi hev re destê xwe xist bin kevir, ez bawer dikim ku dê tiştên gelekî baş û bedew çêbibin.”
‘Em ji bo xwendinê berê xwe didin Tirkî’
Welatî Olcay Çomlekçî ku di heman demê de mamosteyê ziman e, bal kişand ser kêmasiyên di qada xwendina kurdî de û derbarê rewşa weşangeriyê de ev tişt got: “Di asta weşangeriya kurdî de kêmasî hene, lê em nikarin bêjin ev kêmasî tenê ya weşanxaneyan e. Kêmasî ya me ye jî, divê xwendin û xwestina me ya ji bo pirtûkan kêm nebe. Pirsgirêka herî mezin û nebûna xwendevanên kurdî ye. Em di nava gelê xwe de bi kurdî diaxivin û qasidî dikin, lê dema dor tê ser xwendinê, kêmasiyên me pir in. Gava em dixwazin pirtûkekê bixwînin, em berê xwe didin tirkî, ev kêmasiya me ya sereke ye.”
‘Gava em nexwînin pirtûkên Kurdî jî zêde nabin’
Olcay Çomlekçî rexneyeke xurt li xwe kir, banga rakirina qedexeyan kir û wiha pê de çû: “Ev çend sal in qedexeyên pir giran li ser zimanê kurdî hene, em dixwazin ev qedexe bi temamî werin rakirin. Lê ligel vê yekê, ez her dem ji xwe dipirsim, ‘çima ez bi Kurdî naxwînim?’ Jixwe ez mamosteyê ziman im, lê em diçin bi Tirkî dixwînin. Dema dor tê ser Kurdî, em paş de dimînin; ev kêmasiya min bixweye jî. Gava em nexwînin, pirtûkên kurdî jî zêde nabin. Daxwaza me ew e ku her kes me bibîne, lê beriya her tiştî divê gelê me vî zimanî û vê xebatê bibîne û xwedî lê derkeve.”
‘Gava dor tê ser ziman tevlîbun kêm e’
Welatî Ramazan Duman jî bal kişand ser eleqeya gel û bi taybetî ya ciwanan a li hemberî pirtûkên Kurdî û xemgîniya xwe ya li ser kêmasiya xwedîderketina li çandê wiha anî ziman: “Belkî bi hezaran ciwan rojane tên vê derê û gava li ser vê esasê pirtûkên Kurdî dibînin, ev yek bala wan dikişîne û berê wan dide xwendinê. Lê belê ez dixwazim xemgîniyeke xwe jî parve bikim, heger li vir fûareke cuda, wekî mînak fûareke xwarinê hatiba çêkirin, belkî rojane bi hezaran mirov zêdetir tevlî bibûn. Mixabin gava dor tê ser dîrok, çand û hebûna me, dîsa jî hinek kêmasî derdikevin pêş û herî zêde jî divê ciwanên me xwe bidin aliyê pirtûk û wêjeyê.”
‘Pêwîst e li ser vê bingehê xebat hîn zêdetir bibin’
Ramazan Duman di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qada nû ya çandî ya li Wanê û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em hêvîdar in ku çalakiyên wiha yên li ser çand û wêjeyê zêdetir bala gel û ciwanan bikişînin. Li Wanê qada ‘Kurdîwar’ ku cihê nivîskar û hezkiriyên ziman e, nû hatiye vekirin. Pêwîst e li ser vê bingehê xebat hîn zêdetir bibin, ev qad xwe bide naskirin û çanda me bide jiyandin. Hêviya min ew e ku hevalên me zêdetir xwe bidin ber vê xebatê. Daxwaza min ji her kesê ku dibêje ‘ez xwendevan im’ an jî rêzê dide çanda xwe ew e ku salê qet nebîtin du an sê pirtûkan bixwînin. Tenê bi vî rengî civakeke hîn çêtir, demokratîktir û bixwenas dikare were avakirin.”
‘Hewce ye her kes Kurdî biaxive’
Welatî Ehdenur Erbîl kêfxweşiya xwe ya ji bo fûarê anî ziman, spasiya keda kedkarên fûarê û Şaredariya Tuşbayê kir û bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê. Ehdenûr Erbîl got: “Ez gelekî kêfxweş bûm, mala her kesê ku ked daye vê fûarê ava be. Lê belê divê em rastiyekê bibînin, axaftina kurdî di nav malan û di nava zarokan de gelekî kêm bûye. Asîmîlasyon gelekî pêş ketiye û kurdewarî ber bi kêmbûnê ve diçe. Ji ber vê yekê, hewce ye her kes di nav mala xwe de, di nava zarokên xwe de bi kurdî biaxive, kurdî binivîse û zimanê xwe pêş bixe.”
‘Divê hemû şaredariyên me fûarên wiha pêk bînin’
Ehdenur Erbîl destnîşan kir ku asîmîlasyon ne daxwazeke asayî ye, polîtîkayeke sîstematîk e û wiha bang kir: “Asîmîlasyon bi serê xwe polîtîkayek û projeyek e ku ji bo tunekirina gelê Kurd hatiye avakirin. Hewce ye gelê Kurd li ber vê asîmîlasyonê hewl bide, kedê bide, xwe nîşan bide û çand, Kurdî û kultûra xwe nede ji bîr kirin. Ji bo vê jî divê qadên wiha her dem vebin, weşanxane pirtûkan derxin û gelê me jî eleqe û xwestek nîşan bide, pirtûkan bikire û bide xwendin. Divê hemû şaredariyên me fûarên wiha pêkan bînin, rojên taybet û fêstîvalan çêkin. Ne tenê dawet û govend, divê panel werin lidarxistin, nîqaş werin kirin û gel jî beşdar bibe da ku em karibin li ser nasnameya xwe bisekinin.”












