Gerînendehiya Çand, Huner û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Tûşbayê di çarçoveya xebatên çand û hunerê de ji bo zarokan şahiya bafirokan li dar xist.
Gerînendehiya Çand, Huner û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Tuşbayê li Parqa 15ê Temmuzê ji bo zarokan şahiya bafirokan li dar xist. Di çalakiya ku gelek dîmenên rengîn derketin holê de endamên meclisê û gelek kes jî beşdar bûn. Çalakî ji hêla malbatan ve rastî eleqeyek mezin hat û bafirokên bêpere li zarokan hatin belavkirin. Zarokên ku demên xweş derbas kirin, esman bi bafirokên rengîn xemilandin û gelek şa bûn.
Şahiya bafirokan a ku bi coşeke mezin pêk hat, bi dîmenên rengîn ên zarokan bi dawî bû.














