Amed – Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Îslama Demokratîk: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” konferansa xwe ya mezin a sêyemîn li dar dixe.
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşma “Demokratîk Îslam: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya mezin a sêyemîn li dar dixe. Rêveber û endamên MÎA-FEDê û gelek kes tev li konferansê bûn. Di konferansê de pankarta “Demokratîk Îslam: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” û wêneyên alimên Kurdan hatin vekirin.












