Stenbol – Akademîsyen Vahap Coşkun derbarê “Di Sedsaliya Duyemîn De Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk” de diyar kir ku konferans bi du armancan hatiye pêkanîn û wiha got: “Yek piştgirî dayîna pêvajoyê ye. Ya duyem jî nîqaşkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê yên hiqûqî û siyasetê bû. Pirsgirêk dê çawa bên çareserkirin danûstandina fikran heye. Bi tenê siyasetê ev pirsgirêk çareser nabin. Bar li ser milê herkesî ye divê herkes di vê çarvoveyê de berpirsiyariyên xwe bîne cih.”
Li Stenbolê di 13 û 14ê Hezîranê de bi tevlibûna gelek siyasetmendar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û kesan konferansa bi navê “Di Sedsaliya Duyemîn De Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hate lidarxistin û li ser guherandina komarê nîqaşên girîng hatin kirin.
Akademîsyen Vahap Coşkun têkildarî girîngî û çawaniya konferansê axivî.
‘Divê daxwazen gelê Kurd werin bicihanîn’

Vahap Coşkun destnîşan kir ku divê çêkirina zagonan destpê bike û wiha got: “Ji bo çêkdanîna PKKê hewceyî zagonan heye. Ev mijar jî jixwe girêdayî çêk berdana PKKê ye. Lê pirsigirêka Kurd ne tenê pirsigirêka çêkan e. Ji bona wê divê di pirsgirêka Kurd de guherandina zagonî jî pêk werê. Daxwazen gelê Kurd hene, divê ew daxwaz werin bicihanîn. Kurd dixwazin zimanê xwe biaxivin, divê zagona hemwelatiyê bê nûkirin. Gelê Kurd dixwaze peyva hemwelatiyê were berfirehkirin. Pergala rêveberiya herêmî biguherê. Ji bo van daxwazen gelê Kurd divê di serî de guherandina zagonan pêk were. Ji bo pêvajoyê tişta herî girîng zagona çêk berdana PKKê ye. Tiştên din jî nîqaşên di qada siyasetê de ne. Têkoşîna wê jî dê werê dayîn.”
‘Ji bo çareseriya pirsgirêkan danûstandina fikran heye’
Di berdewama axaftina xwe de Vahap Coşkun destnîşan kir ku divê her du alî jî li gorî hestyariya hev tevbigerin û wiha pê de çû: “Ev pêvajo pêvajoyek gelek nazdarî ye. Divê herkes hestyariya aliyên din bibîne û li gorî vê tevbigere. Ji bona wê jî divê herkes bi baldarî gav biavêje. Konferansa li vir jî bi du armanca pêk tê. Yek piştgirî dayîna pêvajoyê ye. Ya duyem jî ji bo nîqaşên pirsigirêka Tirkiyeyê ye yên aliyê hiqûq û siyasetê ye. Pirsgirêk dê çawa bên çareserkirin? Li ser mijarê danûstandina fikran heye.”
‘Divê herkes berpirsiyariyên xwe bîne cih’
Di dawiya axaftina xwe de Vahap Coşkun anî ziman ku gelek aliyên cuda tev li konferansê bûn û wiha derbirî: “Kê ku xwest tev li konferansê bû. Mesela saziyên civakî li vir in, ew jî paşê dikarin di derheqê komferansê de civînan li dar bixin. Aktorên siyasî dikarin bi derdora xwe re nîqaş bikin. Medya li vir e, medya jî dikare vê mijarê hê zêdetir bîne rojeva gel. Bi tenê siyasete ev pirsgirêk çareser nabin. Bar li ser milê herkesî ye divê herkes jî di vê çarvoveyê de berpirsiyariyên xwe bîne cih. Encax divê gel jî derbarê vê mijarê de agahdar be. Dema ku pêvajo dest pê kir MHPê gelek civîn li dar xistin. Li Tirkiyeyê jî civîn hatin lidarxistin lê ew têr nakin. Di pêvajoya 2015an de derbarê pêvajoyê de çalakî û civîn zêdetir dihatin lidarxistin. Dibe ku desthilatdar bi vî awayî pêvajoyê di nava aktorên siyasî de çareser bike. Bi vê konferansê bandorek li ser pêvajoyê çêbû lê divê konferansên wisa berdewam bikin.”












