Amed – Derbarê malbata Mehmet Yildirim de ku leşkeran ew li gundê Nenyasê yê Licê kuştibû bi daxwaza 270 hezar û 380 lîreyan doza tazmînatê hate vekirin. Parêzer Mehdî Ozdemîr der barê vê biryarê de wiha got: “Ev biryar mînaka înfaza bêdarizandin û zirxê darazê ku peywîrdarên asayîşê diparêze ye.”
Li gundê Nenyasê yê navçeya Licê ya Amedê, di 24ê Gulana 2024an de leşkerên dewleta Tirk ên ku derketibûn operasyonê, Mehmet Yildirimê (45) ku bavê 4 zarokan bû kuştin. Hate diyarkirin ku di operasyonê de serpel Y.S. birîndar bûye û paşê daxwaza tazminatê kiriye. Ji bo ku her du tazminatên cuda ku yek jê 48 hezar û 40 TL û ya din jî 222 hezar û 340 TL ye û bi giştî dike 270 hezar û 380 TL, ligel faîza wê ya qanûnî ya ku ji dîroka daxuyaniyên diravdana dewletê ve dest pê dike ji malbatê were girtin û her wiha mesrefên darizandinê jî ji malbatê were standin, ji aliyê Komîsyona Tazminata Neqdî ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ve di 2yê Sibata 2026an doz hatibû vekirin. Doz bi bi hinceta “dosyaya deynê kesane” derbarê hevjîna Mehmet Yildirim, Sevîm Yildirim, bavê wî Yemlîhan û diya wî Zînet Yildirim de hat vekirin. Parêzerê Mehmet Yildirim, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.
‘Di bûyerê de pevçûn nîn e, gulekirina yekalî heye’
Mehdî Ozdemîr diyar kir ku kuştina Mehmet Yildirim mînaka bikaranîna hêza bêsînor û înfaza bêyî darizandinê ye û wiha berdewam kir: “Di bûyerê de zêdetirî 104 qaliqên vala hatine dîtin, lê di çeka ku tê îddiakirin a Mehmet Yildirim e de tenê 2 qalik derketine. Ev reqam jî pir eşkera nîşan didin ku bûyera ku hêzên asayîşê jê re dibêjin ‘pevçûn’, di rastiya xwe de gulekirina yekalî ye. Di çarçoveya dozê de belavbûna zêdetirî 104 qaliqên fîşekan, hem vê gumanê xurt dike ku mafê jiyanê yê Mehmet Yildirim hatiye binpêkirin û bi zanebûn hatiye kuştin, hem jî nîşan dide ku jiyana sivîlên li wê herêmê dijîn ketiye xetereyê.”
‘Di navbera çek û cenazeyî de 15 metre navber heye!’
Mehdî Ozdemîr da zanîn ku 5 gule bi laşê Mehmet Yildirim ketine û wiha pê de çû: “Di navbera wî û çeka ku tê gotin a wî ye de 15 metre mesafe heye. Ev rewş nîşan dide ku ev bûyer êdî ji parastina rewa derketiye û wekî kuştinê pêk hatiye. Tevî ku bi ser giliya me ya ji Serdozgeriya Komarê ya Licê re nêzî salekê derbas bûye jî, lêpirsîn bi awayekî bi bandor bi pêş ve naçe. Ev rewş eşkera dike ku tê xwestin peywîrdarên asayîşê yên faîl in, bi zirxê darazê bên cezakirin.”
‘Dewlet bi cezayê tazminatê dixwaze malbatê du caran mexdur bike’
Parêzer Mehdî Ozdemîr daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a tazmînatê weke “neheqiyeke mezin” pênase kir û ev tişt gotin: “Dewlet berpirsiyariya xwe ya parastina jiyanê ya pozîtîf bi cih nayîne û bi bikaranîna hêza bêsînor dibe sedema mirina mirovekî. Piştî vê rewşê jî, bi daxwaza cezayê tazminatê mexduriyeteke duqat li ser heman malbatê ava dike.”
Mehdî Ozdemîr behsa sîstematîkbûna van tespîtan kir û di dawiyê de wiha got: “Ev bûyer li Tirkiyeyê ji bo keyfîbûna hêzên asayîşê ya di bikaranîna çekan de û ji bo pratîka bêcezakirina sîstematîk û berfireh mînakeke giran e. Em ê ji bo pûçkirina vê tespîta înfaza bêdaraz û ji bo darizandina berpirsiyaran a bi lêkolîneke bibandor, gerîna xwe ya heqîqet û edaletê her dem bidomînin.”













