Amed – Derbarê leşker Hakan Alkan ê ku zarokê 18 mehî Mehmet Uytun di sala 2009an de li Cizîrê kuştibû 3 sal 4 meh cezayê hefsê girtibû. Bi îtîraza parêzerên malbatê doza ji nû ve hatiye vekirin 17 salan dom kir û bi beraetkirina Hakan Alkan bi dawî bû. Hevserokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz da zanîn ku ev biryar encama polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê ye û got: “Ev doz ne tenê di navbera du kesan de ye, di navbera dewletê û gel de ye.”
Di sala 2009an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê leşkeran êrişî çalakvanan kiribû. Di dema êrişa leşkeran de guleyeke gaza îsotê li serê zarokê 18 mehî Mehmet Uytun ket û Uytun jiyana xwe ji dest dabû. Li ser qetilkirina Mehmet Uytun, der heqê leşker Hakan Alkan de bi sedema “bi qisûr bûye sedema mirinê” doz hatibû vekirin û 3 sal û 4 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û biryar piştre hatibû betalkirin. Bi îtîraza parêzerên malbatê re jinûve doz hate destpêkirin. Danişîna sêyemîn a dozê di 11ê Hezîranê de li 4emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê hat lidarxistin. Bersûc Alkan tev li dozê nebû. Parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn. Piştî mutalaya dozgeriyê, heyeta dadgehê bersûc Hakan Alkan beraet kir.
‘Di nerazîbûnên komployê de birîndar bû’
Ercan Yilmaz, bal kişand ser wextê ku Mehmet Uytun hatibû birîndarkirin û derbarê atmosfera siyasî ya wê demê wiha axivî: “Wê çaxê, wextê ku ew li Cizîrê birîndar bû, 9ê Cotmehê li temamê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê hatibûn destpêkirin. Ew protesto ji bo şermezarkirina komploya 1999an ya birêz Ocalan ku ji Sûriyeyê derketibû û bi komployê hatibû girtin. Protestoyek wiha li temamê Kurdistanê destpê kiribû. Di navbera van protestoyan da leşkeran çekên xwe amade kirin û gule beradan ser gel. Mehmet Uytun jî di nav vê gengeşiyê de birîndar bû û piştî 10 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”
‘Divê dadgeh li gorî pêvajoyê biryar bide’
Di berdewamiya axaftina xwe de Ercan Yilmaz, da zanîn ku nêzîkatiya dadgehê ya li hemberî qetilkirina Mehmet Uytun, nîşaneya hişmendiyeke siyasî ye û wiha pê de çû: “Ev doz, ev dosya tenê navbera du kesan de çênebûye. Di navbera dewlet û gel de ye. Anku ev 40 sal in li welatê me da şer dewam dike, pir pir insan maxdûr bûn. Îro şer sekinî ye, îro em qala aştiyê dikin. Hewce ye ku dadgeh jî li gorî vê perspektîfê biryara xwe bide. Anku malbat 17 sale têkoşîna edaletê dike, ji bo zarokê xwe edaletê dixwaze. Lê dadgeh di vê meseleyê de çawa difikire? Dibêje ku ‘bersûc dema karê xwe dikir, tiştekî wisa çêbûye, normal e.’ Ewvê meseleyê de wisa dibînin. Em dibêjin hewce ye ku dadgeh vê ferasetê biterikîne û ji bo welatiyan edaletê ava bike.”
‘Îfadeya kujer piştî 10 salan hat girtin’
Ercan Yılmaz, diyar kir qeymaqamtiyê bi salan destûr nedaye lêpirsîn were destpêkirin û wiha domand: “Ev mesele heta sala 2020an wiha ma. Parêzer û malbata Mehmet Uytun zêdetirî 10 salan têkoşîneke mezin a hiqûqî dan. Piştî 10 salan kujer îfade da. Di nav van 10 salan de baweriya malbatê ya pêkanîn edaletê pir şikiya.”
‘Cezayê kujer 3 caran guherandin’
Di berfirehiya axaftina xwe de Ercan Yilmaz, got ku pêvajoya dadgehê 6 salan dom kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Di 6 salên dozê de sê caran biryar hatin guhertin. Di biryara ewil de dadgehê tenê 11 hezar cezayê pereyan da kûjer. Me wê çaxê jî ev qebûl nekir, li vir zarokek hatibû qetilkirin. Paşê Dadgeha Îstînafê ya Amedê ev biryar xera kir û dosye şand Cizîrê. Di dadgehkirina duyem de 3 sal û 4 meh ceza dan kujer. Herî dawî, di 11ê Hezîranê de dadgehê biryara beraetê da kûjerê Mehmet Uytun. Di nav 17 salan de biryareke hiqûqî û adîlane nehat dayîn.”
‘Malbat ji ber biryara siyasî nehat danişînê’
Ercan Yılmaz da zanîn ku ji ber bêedaletiyê, malbata Uytun êdî baweriya xwe yê ji bo pêkhatina edaletê winda kiriye û di danişîna biryarê ya dawî de cih amade nebû. Ercan Yilmaz helwesta malbatê bi van gotinan ragihand: “Malbatê got, ‘Li vir jixwe ew ê biryareke siyasî bidin, hewce nîne em xwe biêşînin’ û nehatin danişînê.”
‘Têkoşîna me ji bo pêkanîna edaletê ye’
Di dawiya axaftina xwe de Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku ev dosya ji bo hezaran kesên ku bi çekên polîs û leşkeran hatine qetilkirin mînak e û wiha derbirî: “Ev dosya di navbera dewlet û gel de ye. Çi qas şer nebe jî, divê dewlet welatiyên xwe biparêze. Em dixwazin Dadgeha Îstînafê vê biryara beraetê ya bêhiqûqî xera bike. Têkoşîna me ji bo pêkanîna edaletê ye.”












