Heyeta dadgeha doza Nîzamettîn Kalkan ê ku di sala 2022’an de li Cizîrê hatibû kuştin daxwaza dozgeriyê ya girtina xizmên Tahîr Guven ê AKPî red kir û doz taloqî 26 hezîranê kir.
Danişîna doza Nîzamettîn Kalkan ku 20’ê gulana 2022yan li Cizîrê hatibû kuştin li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bi tevilbûna parêzerê malbatê û xizmên Nîzamettîn Kalkan hat dîtin. Piştî vekirina danişînê dozgerê dozê carek din mutalaya da û xwest xizmên Tahîr Guven ê endamê AKPê ye û 4ê kanûna 2021an hatibû kuştin werin girtin.
Piştî axaftina dozger heyeta dadgehê daxwaza girtina xizmên Tahîr Guven qebûl nekir û doz taloqî 26ê hezîranê kir. Tê payîn ku di danişîna 26ê mehê de biryar were dayîn.













