MEBYA-DER û saziyên demokratîk ên Wanê, serdana şîna Mesût Cemal Arslan (Welat) û Sûat Sari (Aram) kirin.
MEBYA-DER a Wanê û saziyên sivîl ên demokratîk serdana şîna Mesût Cemal Arslan (Welat) ê di sala 1994an de û Sûat Sari (Aram) ê di sala 1998an de jiyanên xwe ji dest dane, kirin. Girse li Mizgefta Hayretiyeyê ya taxa Selîmbey a Rêya Armûşê kom bû û bi wêneyên cangoriyan û berzkirina dirûşma “Şehîd Namirin” heta cîhê şînê meşiyan.
Malbatan pêşwaziya girseyê kir. Di serdanê de peyamên bilindkirina têkoşîna cangoriyan hatin dayîn.
Serdan bi diayên ji bo cangoriyan bi dawî bû.
















