YSKê serdana CHPê ya ji bo betalkirina biryara Dadgeha Îstînafê ya “Betilkirina teqez” red kir.
Dadgeha Îstînafê li dijî kongreya CHPê ku Ozgur Ozel weke serokê giştî hatibû hilbijartin biryara “Betalkirina teqez” da. Bi vê biryarê re Ozgur Ozel ji peywirê hat dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din weke serokê giştî hat peywîrdarkirin. Piştî biryara “Betilkirina teqez” Daîreya 36emîn a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê biryara tedbîrê da. CHPê ji bo betalkirina biryara “Betilkirina teqez” serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. YSKê serdana CHPê red kir.













