Enqere – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyata pê re serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û pê re serdana şîna Dayika Aştiyê Munibe Koç a li Komeleya Dîgorê ya navçeya Yenimahalle ya Enqereyê hatiyê danîn, kir. Di roja 2an a şînê de Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes serdana şînê kirin. Malbata Munîbe Koçê kesên serdana şînê dikin pêşwazî dike. Di serdanê de behsa têkoşîn û bîranînên Dayika Aştiyê Munibe Koç hate kirin.
Serdan bi diayan bi dawî bû.
Serdanên şînê dê sibe jî bidome.
















