Stenbol – Nivîskar Muslum Yucel ê hevalê rojnameger Bayram Balci, diyar kir ku di meha Nîsanê de Bayram Balci ji ê re peyam şandiye û gotiye ew bîranînê xwe yên salên rojnamegeriyê dinivisîne ku bike pirtûk û wiha got: “Bayram hem dixebitî hem jî alikariya hevalên xwe dikir. Xwedîderketina Bayram Balci bi berdewamkirina xebat û rojnamegeriyê dibe.”
Rojnameger û helbestvan Bayram Balci (63) ku li Ewropayê 7 sal bû ji ber nexweşiya penceşerê dihat dermankirin, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Bayram Balci di dîroka çapemeniya azad de cihekî gelek girîng digire. Bayram Balci, yek ji kedkarên yekemîn ên Ozgur Gundemê bû. Di salên 1990î de, di heyama ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk dihatin de, ji ber nûçeyên ku çêkiribûn gelek caran hat tehdîtkirin û derbarê wî de doz hatin vekirin. Bayram Balci yê ku di heman demê de helbestvan bû jî, zêdetirî 34 salan di Çapemeniya Azad de xebitî. Bayram Balci, ev demeke dirêj bû ku di serwîsa çandê ya Medya Haberê TVyê de edîtorî dikir.
Nivîskar Muslum Yucel ê ku hevalê Bayram Balci ye derbarê jiyana hevrêyê xwe de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Ez dixwazim bixebitim û ez sosyalîst im’
Muslum Yucel diyar kir ku Bayram hevalê wî kevn bû û wiha axivî: “Dema ku min bihîst ku Bayram Balci jiyana xwe ji dest daye ez gelek xemgîn bûm. Hişê min çû ser bîranînên me yên li Rihayê. Serê sala 90î rewş gelek xirab bû, gund dihatin şewitandin û valakirin. Aliyekî şer hebû aliyekî jî berxwedan hebû. Wê demê JÎTEM û Kontrogerîla hebû. Wê demê me li Rihayê Rojnameya Yenî Ulkeyê belav dikir û em jê re dixebitîn. Rojname ji hefteyê rojekî dihat çapkirin, eleqeyek gelek mezin hebû û bala her kesî dikişand ser xwe. Ez û Kemal em li Rihayê tenê bûn. Piştî demekî hat gotin ‘em ê rojnameyê her roj çap bikin, navê wê jî Ozgur Gundem e’. Em jî gelek serbilind bûn, ji ber ku cara yekem bû dê her roj rojname bihata çapkirin. Piştî Rojnameya Ozgur Gundem derket rojekî Bayram Balci hat rojnameyê û got ‘ez dixwazim bixebitim’. Me jî got tu ku yî wî jî ji me re got ‘ez sosyalîst im’. Me jî got em ê agahî bidin te. Paşê hat û got, ‘ez Mustafa Karasû nas dikim’. Em jî fikirîn û me got temam dest kar bike. Paşê jî dest bi kar kir û li gel me bû. Li Rihayê wekî nûçegîhan dixebitî. Wê demê hevalên me Kemal, Huseyîn û Nazim Babaoglû hatin kuştin.”

‘Dixwest li ser jiyana xwe pirtûkek binivisîne’
Muslum Yucel anî ziman ku piştî demekî ew derbasî Stenbolê bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zext li ser me hebû, wê demê Bayram tenê li buroya Rihayê ma. Paşê Bayram çû Edeneyê û dawiyê hate Stenbolê. Bayram li her derî karê rojnamegeriyê kir. Wekî din jî di kovarên Tirkan de helbest dinivîsand. 25 salan kar kir paşê jî malnişîn bû. Ev 7 sal bû li Belçîkayê dixebitî. Di meha Nîsanê de ji min re peyam şand û got, ‘Ez bîranînê xwe dinivisînim. Derbarê bîranînên me yên li li Rihayê û jiyana xwe de pirsan pirsî û dixwest li ser jiyana xwe pirtûkek binivîsine. Lê mixabin jiyana xwe ji dest da.”
‘Bayram hem dixebitî hem jî alikariya hevalên xwe dikir’
Muslum Yucel destnîşan kir ku Bayram ji karê xwe gelek hez dikir û wiha domand: “Bijîşkî û rojnamegertî heman pîşe ne. Bijîşk her dem dixebite û saetê karê wî tune ye. Rojnameger jî wisa ye, here malê jî her dem li ser kar e yanî dixebite. Bayram jî wisa bû, her dem li ser rojnamegeriyê dixebitî. Li Stenbolê jî her dem wisa bû. Bayram hem dixebitî hem jî alikariya hevalên xwe dikir.”
‘Xwedîderketina Bayram Balci xwedîderketina li rojnamegeriyê ye’
Muslum Yucel di dawiyê de qala kesayeta Bayram Balci kir û ev yek anî ziman: “Di dema berê de Kurd û Tirk bi hev re dixebitîn. Ji ber ku sosyalîzm di hişê her kesî de bû. Em tevî hev li kolanan mezin bûn, jiyana me jî heman bû. Kesê wekî Bayram Balci dixebitîn û karê xwe dikirin. Xwedîderketina li bîranîn û xeyalên Bayram Balci bi berdewamkirina xebat û rojnamegeriyê dibe.”












