Rojnameger û helbestvan Bayram Balci ku ev demek bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, di saetên şevê de li nexweşxaneyê koça dawî kir.
Rojnameger û helbestvan Bayram Balci (63) ku li Ewropayê ev demek dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê ku 7 sal bûn dihat dermankirin, bi şev li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Bayram Balci 3 roj berê rewşa wî giran bû û wî rakirin nexweşxaneya Azorgê ya li Belçîkayê û rewşa wî giran bûbû.
Bayram Balci bi salan li rojnameya Ozgur Gundemê xebitî û li vir edîtorî kir û gelek nûçeyên çand û hunerê afirand. Piştî girtina rojnameya Ozgur Gundemê çû Ewropayê û li Belçîkayê bicih bû.
Bayram Balci li Medya Haber TVyê ku navenda wê li Brûkselê ye dixebitî û li serwîsa çandê edîtorî dikir. Bayram Balci ev demek bû li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin û tevî dermankirinek dirêj jî duh bi şev xatirê xwe ji Çapemeniya Azad û heval û dostên xwe xwest û koça dawî kir.
Kurtejiyana Bayram Balci
Ew di meha Sibata sala 1963yan de li Enqereyê tê dinê û bi xwe ji bajarê Sêwazê ye. Xwendina xwe ya zanîngehê ji ber darbeya leşkerî ya sala 1980yî naqedîne û dest bi karê rojnamegeriyê dike.
Du pirtûkên helbestan bi navê “Canıma Değmez Hayat (1999)” û “Yerdibi (2002)” ên Balci hene. Her wiha pirtûka lêkolînê bi navê, “Orta Asya’da İslâm Misyonerleri-Fethullah Gülen Okulları” jî ji aliyê Balci ve hatiye nivîsandin.












