* Rêveberê Nûnertiya TÎHVê ya Amedê Mûrat Aba binpêkirinên mafên mirovan, zêdebûna rûdanên îşkenceyê û pergala qeyiman a li Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye di warê mafên mirovan û demokrasiyê de her sal paş ve diçe û welat veguheriye îşkencexaneyekê.
* Welatiyê bi navê Huseyîn Turan ê 80 salî ku li gundê Nenyasê yê Licê dijî, bal kişand ser rûdanên salên 90î, polîtîkayên zextê yên li ser gelê Kurd û destnîşan kir ku heta mafên Kurdan neyên naskirin û gavên berbiçav ji bo çareseriyê neyên avêtin, aştî pêk nayê.
* Rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER û DEM Partiyê yên Sêrtê derbarê “Mitînga Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku dê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê bang kirin û gotin: “Em dixwazin rojek beriya rojekê Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe.”
* Cenazeyê kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger û helbestvan Bayram Balci piştî li cemxaneyê bê rakirin dê li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê bê definkirin. (08:30-11:30)
* Saziyên Zimanê Kurdî di bi dirûşma “Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû” dê li Çand Amedê konseranseke ku dê du rojan bidome li dar bixin. (10:00-17:00)
* Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê kiryarên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê pêk hatibûn, dê li ber deriyê avahiya Şaxa ÎHDê ya Êlihê daxuyanî bê dayîn. (11:00)
* Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin bidomînin. (12:00)
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1109emîn de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12:00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 744emîn de çalakiya Rûniştina Fyê bidomîne. (13:30)
* Bi tevlibûna Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, hevşaredar, endam û rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên bajêr û navçeyên Amedê û saziyên sivîl dê serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm a li navçeya Bismilê bikin. (14:00)
* DBP, DEM Partî û TJA dê li Qada Newrozê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê û li Mêrsînê “Mitînga Azadiyê” li dar bixin. (17:00)








