* Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz diyar kir ku di hevdîtina dawî de Numan Kurtulmuş ji heyeta DEM Partiyê re gotiyê ew amadekariyan dikin ku qanûna çarçove bînin rojeva meclise û got: “Heta niha gelek caran dîrok dan. Niha jî dibêjin beriya batlaneya meclise çerçove qanûn dê were rojeva meclise.”
* Di Konferansa 3yemîn a MÎA-FEDê de hat destnîşankirin ku feraseta Îslama Demokratîk ji bo serkeftina “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bingeha herî pîroz û xurt e. Beşdaran diyar kirin ku ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û dadwer, divê hemû bawermend û oldar piştgiriyeke xurt bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
* Saziyen sivîl yên Amedê ji bo mitînga 28ê Hezîranê banga tevlîbunê kirin û xwestin ku gelê Kurd ji bo azadiyê û pêşketina pêvajoyê biherike li qada mitîngê.
* Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê ku ji hêla Şaredariya Tûşbayê û hevkariya KURDÎWARê tê lidarxistin, di roja 4emîn û dawî de bidome. (13:00 – 18:00)
* Komaleya Lêkolîn û Pêşvexistina Ziman û Çanda Kurdî (Zimanxane) li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê bê vekirin. (14:00)








