• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

Gulîzar Turkoz / AW

26 HEZÎRAN 2026 - 08:51
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Amed – Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî nayê berdan. Kurê Mehmet Elçe, Huseyîn Elçe bal kişand ser rewşa dawî ya bavê xwe û got: “Nexweşiyên wî her ku diçe zêdetir dibin. Niha êdî nikare bimeşe û tenê bi alîkariya kursiya biteker bi rê ve diçe. Divê demildest were berdan.”

Di 26ê Tebaxa 2016an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên ku Walîtiya Şirnexê dabûn di teqînê de 12 polîsan jiyana xwe dest dabûn û 78 kes jî birîndar bûbûn. Piştî 5 roj bi ser bûyerê re derbas bûn Mehmet Elçe û 4 hevalên wî dema li Silopiyayê ji kar vedigerin hatin binçavkirin û girtin. Mehmet Elçe di çarçoveya doza ku jê dihate darizandin de 12 caran cezayê muebeda girankirî û 2 hezar û 500 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Mehmet Elçe yê ku niha 64 salî ye piştî hate girtin bi nexweşiya penceşêra mîdeyî ket, di sala 2022yan de li Dîlokê ji aliyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Ersin Aslan ve rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” jê re hat dayîn. Mehmet Elçeyê niha di Girtîgeha Tîpa Ryê ya Xarpêtê tê ragirtin. ATKê di rapora ku derbarê Mehmet Elçe de amade kiriye wiha dibêje: “Bi tena serê xwe nikare pêdîviyên xwe bi cih bîne û nikare di girtîgehê de bimîne.” Li gorî vê biryarê divê Mehmet Elçe hatibûya berdan lê Dozgeriya Girtîgehê ev biryar red kir. Li ser vê yekê Mehmet Elçe ji bo ku rapora ATKê were bicihanîn serî li Dadgeha Înfazê ya Girtîgehê da.

Kurê Mehmet Elçe, Huseyîn Elçe derbarê rewşa dawî ya bavê xwe de ji ajansa me re axivî.

‘Em êdî nizanin ka ji bo kîjan nexweşiyê dermanan peyda bikin’

Huseyîn Elçe diyar kir ku rewşa bavê wî ya tenduristiyê pir giran e û got: “Di sala 2016an de, dema ku ji karê xwe vedigeriya, leşkerên dewleta Tirk ew binçav kirin. Ev 10 sal in ku ew di girtîgehê de ye. Niha rewşa wî ya tenduristiyê gelekî xirab e û çend nexweşiyên giran pê re peyda bûne. Îro ji ber ku nexweşiyên wî pir zêde ne, em êdî nizanin ka ji bo kîjan nexweşiyê dermanan peyda bikin an jî tedawiya wî bidin destpêkirin. Beriya deh rojan rapora wî ya tenduristiyê hat, lê belê dozger daxwaza tehliyeyê red kir. Her çiqas ku ATKê di rapora xwe de diyar kiribe ku ‘Ev kes nikare di bin van şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe berdewam bike’, jî dozger daxwaz red kir û tu bersiveke erênî neda.”

‘Tenê ji ber gumanan hatin girtin’

Huseyîn Elçe destnîşan kir ku bavê wî bê suc bi salane di girtîgehê de ye û wiha pêde çû: “Bi tu awayî sûcekî bavê min tune ye. Li wir valahiyeke hiqûqî an jî îdarî hebû û ji ber wê valahiyê hinek kes kirin qurban û ew li wir girtin. Îro dadgehên dewleta Tirk tenê çi kirin? Sûcdar kirin. Di vê dozê de pênc kes hatin girtin tevî bavê min, mamê min û sê hevalên wan ên din jî hatin girtin. Her çar kesên din jî mirovên xwedî mal, xwedî zarok û karker bûn. Em nikarin derheqê ji wan tu kesî de bibêjin ku sûc kirine. Ji bo her pênc kesan jî em dikarin vê yekê bibêjin, tenê ji ber guman an jî tawanbariyeke bêbingeh hatine girtin. Ev her pênc kes jî bêguneh bûn, lê hatin girtin û niha di girtîgehê de ne zarokên wan li derve perîşan bûne.”

‘Tenê bi alîkariya kursiya biteker bi rê ve diçe’

Huseyîn Elçe destnîşan kir ku li gorî rapora dawî ya derbarê bavê wî de hate amadekirin divê ew demildest were berdan û wiha axivî: “Hate diyarkirin ku ji ber nexweşiyên wî êdî nikare di girtîgehê de bimîne. Di sala 2021an de ji ber nexweşiya penceşêrê mîdeyê wî bi emeliyatê jê kirine. Tedaviya kemoterapiye dîtîye. Weke şekir û tansiyona zêde nexweşiyên wî yên kronîk hene. Demareke serê wî xetimiye û milê wî yê çepê felç bûye ji ber vê yekê nikare karên xwe yên rojane bike. Teşhîsa KOAHê hate dayîn. Nexweşiyên wî her ku diçe zêdetir dibin. Niha êdî nikare bimeşe û tenê bi alîkariya kursiya biteker bi rê ve diçe. Ew jî tenê bi alîkariya hevalên xwe yên girtîgehê dikare jiyana xwe bidomîne.”

‘Ew nikare di girtîgehê de bimîne’

Di dawiya axaftina xwe de Huseyîn Elçe bang li rayedaran kir û wiha got: “Temenê bavê min mezin e. Êdî nikare di girtîgehê de bijî. Wekî ku tê zanîn di jiyana girtîgehê de, heke mirovek saxlem be û hemû karên wî bi rêkûpêk bin jî jiyan lê zehmet e. Bi ser de jî bi dehan nexweşiyên wî yên giran hene. Ew nikare jiyana xwe di girtîgehê de berdewam bike. Daxwaza me ew e ku bêyî derengketin, were berdan daku temenê xwe yê mayî di nav zarokên xwe de û di şert û mercên baş de derbas bike.”

Etîket: ATKGirtiyê nexweşGirtiyê Nexweş ê GiranHuseyîn ElçeMehmet Elçenikare bimeşe
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‎Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Divê Şeyhmus Koç demildest bê berdan ‎

20 HEZÎRAN 2026
Nexweş û bêhal e lê nayê berdan

Nexweş û bêhal e lê nayê berdan

17 HEZÎRAN 2026
Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

6 HEZÎRAN 2026

Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

30 GULAN 2026
Girtiyê nexweş Edîp Taşar jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Edîp Taşar jiyana xwe ji dest da

24 ADAR 2026
ÎHDa Îzmîrê: Îbrahîm Tekîn demildest berdin!

ÎHDa Îzmîrê: Îbrahîm Tekîn demildest berdin!

14 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Ewropayê pêl û bîlançoya germahiyê giran dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (701)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne