Êlih – Di dîmenên nû yên der barê bûyerên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê hatiye jiyîn de, tê dîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiya fîzîkî li astengdar, kal û pîr û nexweşan dikin.
Di çarçoveya îdiayên destdirêjî, îşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li hember navenda Rehabîlîstasyona Şifayê ya Êliyê ku ji bo nexweş, astendar û kal û pîran xizmet dida, 20 roj berê operasyonek berfireh hat destpêkirin. Di lêpirsîna ji rayagiştî veşatî hat meşandin de ji 80ê zêdetir kes hatin binçavkirin û ji 10an zêdetir kes jî hatin girtin. Piştî biryara veşartiyê hat rakirin agahî û belgeyên hatin bidestxistin, aliyên binpêkirinên mafan ên giran ên li navendê hatine jiyîn û nîqaşên der barê berpirsyariya kontrolkirinê ya saziyên cemawerî ji nû ve hat rojevê.
Li gorî nûçeya Ajansa Jinnewsê di dosya lêpirsînê ya ji hezaran rupelî pêk tê de, wêne, lêkolînên dîjîtal, nivîsandinên nav saziyê, îfadeyên şahid û gumanbaran tespît û nirxadinên dozgeriyê cih digirin. Di dîmenên kamerayê yên ketine dosyayê de, tê dîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiyê li astengdar, kal û pîr û nexweşxan dikin.
Malbatan serî li ÎHDê dan

Piştî operasyonê Navenda Rehabîlîstasyon aTaybet a Şifayê hat girtin. Piştî ku pêkanînên îşkence, êrîşa zayendî û binpêkirinên nebaş derketin holê hinek malbatan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan.
Dîmenên nû yên îşkenceyê
Tevî ku çend roj ser bûyerê re derbas bûye dîmenên nû yên der barê îşkenceya li navendê hatiye jiyîn derdikevin holê.
Di dîmenên nû yên ku Ajansa Jinnewsê bi dest xistiye de tê dîtin ku li astengdar, kal û pîr, nexweşxan tundiya fîzîkî û îşkenceya tazî tê kirin. Di dîmenande tê dîtin ku xebatkarên navendê cilên kesên li navendê dimînin derdixistine û li ber çavên ên din tundiyê dike, tu kes jî mudaxale nake, li serê wan ling û her derê bedena wan dixin.
Di heman dîmenan de tê dîtin ku nexweş ji aliyê xebatkaran ve bi awayekî tazî li salona navendê ji erdê ve tên kaşkirin. Di hînek dîmenan de tê dîtin ku jin, mêr û zarok tundiyê dibînin.
Di dîmenên din ên ajans xwe gîhandinê de, li ser bedena nexweşxan şopa îşkenceyê heye. Di dîmenek din de xebatkar nexweşekî di mutbexê de mifte dike û di dîmenek din jî cilên nexweşekî jê tên girtin, tazî tê sekinandin. Di dîmenek din de jî xebatkar dikeve odeya nexweş û tundiyê li nexweş dike.














