Amed – Nûnerê TÎHVê ya Amedê Mûrat Aba binpêkirinên mafên mirovan, zêdebûna rûdanên îşkenceyê û pergala qeyûman a li Tirkiyeyê nirxand. Murat Aba destnîşan kir ku Tirkiye di warê mafên mirovan de her sal paş ve diçe û welat veguheriye îşkencexaneyê. Her wiha diyar kir ku polîtîkayên zextê pêşî li Kurdistanê tê ceribandin piştre li bajarên Tirkiyeyê pêk tînin.
Saziyên sivîl ên Amedê bi boneya 26ê Hezîranê Li Dijî Îşkenceyê Roja Têkoşîn û Piştgirîdayîna Ji bo Kesên Rastî Îşkenceyê hatine, li Parka Koşuyoluyê ya girêdayî navçeya Rezana Amedê daxuyanî dan. Parêzer û Nûnerê TÎHVê ya Amedê Murat Aba yê ku tevlî daxuyaniyê bibû binpêkirina mafên mirovan, îşkenceyên ji hêla devleta Tirkiyeyê ve tên kirin û pergala qeyiman ji ajansa me re nirxand.
Murat Aba diyar kir ku li gorî raporên wan ên mafên mirovan îşkence di bin tu şert û mercan de nayê qebûlkirin û wiha got: “Tu nikarî bi hinceta şer, gefên şer an jî bi hinceteke din îşkenceyê rewa bikî. Îşkence di qanûn û hiqûqa navneteweyî de hatiye qedexekirin. Lê belê em dibînin ku li Tirkiyeyê her sal rûdanên îşkenceyê û îşkencedîtinê zêdetir dibin.”
‘Êdî polîs rasterast îşkenceyê dike’
Murat Aba bal kişand ser guhertina rêbaz û cihên îşkenceyê û wiha pêde çû: “Niha em dizanin ku di salên em tê de ne û di salên borî de jî me digot îşkence bi piranî di cihên girtî de dihatin kirin. Di binçavan de yan jî di girtîgehan de dihatin kirin. Lê niha em dibînin ku gava yek ji bo mafekî derdikeve qadan û dixwaze mafê xwe biparêze polîs rasterast li derve li wan îşkence dike. Yek ji pirsgirêkên herî girîng ev e.”
‘Îktîdar di medyayê de îşkenceyê asayî dike’
Di berdewamiya axaftina xwe de Murat Aba da zanîn ku îktîdar û nûnerên wê bi daxuyaniyên xwe yên di televîzyon û torên civakî de îşkenceyê rewa dikin û ev tişt anî ziman: “Nûnerên îktîdarê bi eşkere fermanê didin polîsan ku dest û piyên çalakvanan bişkînin. Nîşandana dîmenên îşkenceyê li ber kamerayan hewldanek e ji bo rewakirin û asayîkirina vê sûcî di hişê raya giştî de. Tevî ku Tirkiyeyê ji sala 1988an ve Peymana Navneteweyî ya li Dijî Îşkenceyê îmze kiriye jî îro pergal vê pîvanê bin pê dike û îşkenceyê ji bo bêdengkirina gel mîna amûrekê bi kar tîne.”
‘Tirkiye di rêzên dawî de ye’
Murat Abay di axaftina xwe de diyar kir ku li cîhanê tundî, îşkence her roj diçe zêdetir dibe û wiha bilêv kir: “Pergalên rastgir û faşîst li cîhanê zêdetir bûne. Lê li Tirkiyeyê her sal rewş paş ve diçe dîktatorî zêdetir dibe. Niha em dibînin ku li Tirkiyeyê tu nikarî ji bo mafekî dengê xwe bilind bikî. Her wiha niha di demeke nêz de li vir kongreya NATOyê dê çêbe em di rojnameyan û medyaya civakî de dibînin ku bi sedan kes hatine binçavkirin û bi piranî jî hatine girtin. Ji bo çi? Ji bo ku kes nikaribe li derve mitîngekê çêbike, kes nikaribe mafê xwe biparêze. Tevî ku ev maf di Makezagon a Tirkiyeyê de jî heye, lê nayê sepandin. Di vî warî de Tirkiye di asta cîhanê de di rêzên herî dawî de ye.”
‘Polîtîkayên zextê pêşî li Kurdistanê tên ceribandin’
Her wiha Murat Abay bal kişand ser rewşa taybet a herêmê û eşkere kir ku polîtîkayên zextê û îşkenceyê herî pêşî li Kurdistanê tên ceribandin û piştre li bajarên din ên Tirkiyeyê tên belavkirin û pergala qeyûman wekî mînak nîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pergala qeyûman beriya deh salan pêşî li bajarên Kurdan hat ceribandin. Piştî ku li vir hat sepandin niha li bajarên mezin û metropolên wekî Stenbolê û bajarên din ên Tirkiyeyê jî qeyûman tayîn dikin. Demokrasî û aştî bi hev ve girêdayî ne û mirov nikare bêyî demokrasiyê aştiyê bîne. Qarneya Tirkiyeyê ya di warê îşkence û demokrasiyê de pir reş e.”













